ENQERE - 2 xwendekarên endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ên li Enqereyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Hat diyarkirin ku polîsan di bin çavan de sîxurtî li xwendekarekî ferz kirine.
2 xwendekarên endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ên bi hêceta Komkirina Agahiyên Giştî (GBT) li Kizilaya Enqereyê hatin rawestandin, duh hatibûn binçavkirin. Xwendekarê ku piştî biribûn Miduriyeta Polîsan a Çankayayê di çarçoveya “Qanûna Qebahatan” de cezayê pere li wan hatibûn birîn û dûre hatibûn berdan.
Hat ragihandin ku dema kirariyên miduriyeta polîsan de polîsan xwendekarek biriye odeyeke taybet, saetekê li wir sekinandiye û sîxûrtî lê ferzkiriye. Hat diyarkirin ku polîsan di heman demê de li xwendekar jî dane.