ENQERE - Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê ya li pêş Zanîngeha Enqerê pêk hat kirin û gelek xwendekaran binçav kirin.
Polisan, mudaxaleyî çalakiya şermezarkirinê ya rêxistinên ciwanan a Lijneya Hindekariya Bilind (YOK) ku xwestin li ber Kampûsa Cebecî ya Zanîngeha Enqerê li dar bixin, kirin. Bi saetan beriya çalakiyê polisan derdora kampûsê dorpêç kirin û derdora xwendekaran girtin. Polisan bi lêdanê 11 xwendekar û gelek kesan binçav kirin.
MUDAXALEYÎ ROJNAMEGERAN JÎ KIRIN
Polisan, mudaxaleyÎ rojnamegerên ku xwestin bikevin qadê jî kir û nehiştin ku wêne û dîmen bikişînin.