MÛŞ - Tevfîk Kalkan ê di temenekî ciwan de ket girtîgehê û 30 salan girtî ma, ji Girtîgeha Tekîrdagê hat berdan.
Tevfîk Kalkan ê 55 salî ku di temenekî ciwan de ket girtîgehê û 30 salan girtî ma, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê di saetên dereng ên şevê de hat berdan. Kalkan di 30 salên ku girtî ma de sirgunî gelek girtîgehan hat kirin.