AMED - Li Amedê, 19 siyasetmedar û sendîkavanên ku hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8 û 9'ê mijdarê de li 5 bajaran polisan bi ser malan de girtibûn û siyasetmedar, sendîkavan û dayikeke aştiyê jî di nav de 19 kesan bi angaşta "endamtiya rêxistinê" binçav kiribûn. Lêpirsîna wan a li dozgeriyê bi dawî bû û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.