ENQERE – Ayşe Keleş xwişka kujerê malbata Dedeogûllari Mehmet Altûn û hevjînê wê Lutfî û kurê wê Alî Keleş ên di dema lêpirsînê de hatibûn girtin, hatin berdan.
Li navçeya Meram a Konyayê di 30'yê Tîrmehê de kujer Mehmet Altûn ji malbata Dedeogûllari ya ji Qersê 7 kes kuştibûn. Piştî komkujiyê ji xeynî Mehmet Altûn, ji malbata Keleş û Çalikê ku bûbûn musebîbî vê komkujiyê 12 kes hatibûn girtin. Dadgehê paşê ji kesên girtî 8 kes berdabûn. Dadgehê îro jî 3 kes berdan. Dadgehê Ayşe Keleş xwişka kujer Mehmet Altûn û hevjînê wê Lutfî û kurê wê Alî Keleş berdan.
Niha tenê 2 kes di çarçoveya dosyeyê de girtî mane. Danişîna ewil a dozê dê di 14'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an bê lidarxistin.