Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê

img
ENQRE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên li ser çand, huner û zimanê kurdî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê û got: “Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin û dijminatiyê bikin, ketine pêşbaziyê.”
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay bi 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li gelek deverên cîhanê zarok bê paşeroj, di bin şert û mercên giran ên jiyanê, bi şer û koçberiyê re rûbirû ne û mafên wan tên desteserkirin. 
 
Gunay destnîşan kir ku îstîsmarkirina zarokan zêde dibe û bedela herî mezin a krîzên aborî, şer, penaberiyê zarok didin. 
 
JI BO MAFÊ ZAROKAN WÊ TÊBIKOŞIN 
 
Gunay anî ziman ku ew ji bo ji zarokan re cîhanek dikarin lê bijîn û bi hêvî bihêlin têdikoşin û got: “Em bi kesên ku zarokan dikujin, îstîsmar û îstîsmarê dikin re têdikoşin. Em roja cîhanî ya mafên zarokan li hemû zarokên cîhanê, zarokên xwe yên li welatê xwe pîroz dikin.” 
 
DOZÊN HATINE VEKIRIN KOMPLO NE 
 
Gunay bal kişand ser doza Kobanê û doza girtina li HDP’ê vekirine û got: “Doza girtina li ser doza Kobanê, dozeke din a şermê ye. Çima ez vê dibêjim? Nota agahiya TEM'ê ya ku di dosyayê de hat jibîrkirin, bi fermanên vekirî yên dozgerî û darazê tijî ye. Ew nota agahiyê şîretan li Dadgeriyê dike, rê û rêbazê nîşan dide û bi awayekî zelal nîşan dide ku doza komployê çawa amadekariya girtina partiya me ye. Ger ev ne dek û dolab be lê çi ye?"
 
LI DIJÎ ÇAND Û HUNERA KURDÎ ZÊDE BÛNE 
 
Gunay anî ziman ku wan dizanibû ku dê di rêyeke dijwar de li ser rêya derketinê têbikoşin û wiha dewam kir: “Ji van bûyeran yek jî ji bo me ne sosret e. Ji ber vê yekê em di pozîsyona dagderiyê de ne, em nayên darizandin em wan didarizînin. Em berxwedaneke ku wê bi tîpên zêrîn di dîroka siyaseta li hundir û derve de bê nivîsandin, nîşan didin. Li hemberî komployan, em li ber xwe didin û têdikoşin, Ne tenê êrişî partiya me dikin, êrişî tevahiya civakê dikin, li dijî nirxên herî bingehîn ên gelan şer dikin. Di demên dawî de êrişên li dijî çanda Kurdî, zimanê Kurdî û hunera Kurdî zêde bûne.”
 
‘DI DIJMINATIYA KURDÎ DE KETINE PÊŞBAZIYÊ’ 
 
Gunay bertek nîşanî êriş, zext û qedexeyên li ser çand û zimanê kurdî da û wiha got: “Van demên dawiyê zext û qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî, asîmîlasyona sedsalî bi awayekî sîstematîk didome. 
Bi taybetî di salên dawî de walîtî, qeymeqamtî û şaredariyên AKP-MHP’ê li her qadê zimanê Kurdî krîmînalîze dike. Hemû mafên bingehîn ên gelê Kurd ji aliyê wê zihniyetê ve bi awayekî aşkera tê qedexekirin. Saziyên fermî ku divê bêalî tevbigerin, bûne alîgirê herî xurt ên desthilatê. Em dizanin ev êriş û qedexeyên li ser Kurdî ne nû ne. Sed sal e bênavber êriş heye. Di dijminahiya Kurdî de ketine pêşbaziyê.
 
Êriş û dijminahiya li dijî Kurdî, êriş û dijminahiya li dijî gelê Kurd e. Em vê zihniyetê baş nas dikin. Vê zihniyetê qirkirina çandî û zimanî ji xwe re kiriye armanc.Lê belê wek do îro jî, em li dijî van êriş û qedexeyên li ser Kurdî têdikoşin. Zimanê Kurdî bi êriş û qedexeyan nayê tunekirin, berevajî bi van êriş û qedexeyan têkoşîna me ya ji bo çand û zimanê me xurttir dibe.” 
 
ÎDIAYA ÇEKÊN KÎMYEWΠ
 
Gunay bal kişand ser êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dijminatiya wan ne tenê li Bakurê Kurdistanê ye. Li Başûr jî êriş û operasyonên li dijî hebûna Kurdan li dar in. Armanca Tirkiyeyê bi van operasyonên li Başûrê Kurdistanê ev e ku Kurdan ji axa wan derxin, koçber bikin, tune bikin. 
 
Tê îdiakirin ku Tirkiyeyê li ser vê armanca xwe ya bingehîn, sûcê şer pêk aniye û sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Berpirsyariya herî mezin li ser milê rêveberiya Herêma Kurdistanê ye ku van îdîayan ronî bike, daxuyanî bide raya giştî, gelê Kurd û gelê cîhanê agahdar bike. Bi sîlehên kîmyewî Tirkiyeyê Protokola Cenevreyê jî binpê kiriye û hewce ye welatên xwedî îmza lijneyên xwe bişînin Herêmê. Parastvanên mafên mirovan divê vê bêdengiyê bişikînin û li ser van îdîayan gotina xwe bikin. Ewropa jî bi heman awayî berpirs e ku daxuyaniyekê bide. Niha Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê jî biryar daye ku lijneyek bişîne Herêma Kurdistanê û li ser vê îdîayê lêkolînan bike. 
 
Di hişûbîra gelê Kurd de birîna Helebceyê hîn aj nebûye. Sûcên mirovahiyê sed sal derbas bibin jî nayên jibîrkirin, lewma hem Tirkiye hem jî Herêma Kurdistanê rojek berî rojekê divê vê îdîayê ronî bikin.”
 

Sernavên din

19/11/2021
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin