OSMANIYE - Hevserokên HDP’a Osmaniyeyê Kadriye Toren û Alî Coşkûn ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin beraet kirin.
Danişîna 3’yemîn a doza Hevserokên HDP’a Osmaniyeyê Kadriye Toren û Alî Coşkûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Osmaniyeyê hat dîtin. Toren, Coşkûn û parêzerên xwe li danişînê amade bûn.
Dozger xwest ku siyasetmedar bi “endamtiya rêxistinê” werin cezakirin. Hevserokên HDP’ê sûcdarî red kirin û daxwaza beraeta xwe kirin. Parêzeran jî diyar kirin ku beyanên Z.Ç. ya nexweşiya bîpolar pê re heye nayên qebûlkirin û beraeta muwekîlên xwe xwestin.
Şandeya Dadgehê, ji ber kêmbûna delîlan derbarê Toren û Coşkûn ên HDP’yî de biryara beraetê da.