* Ji Înîsyatîfa Piştevaniya Ji Bo Girtiyan Huseyîn Îldan, ragihand ku dê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî girseyî protesto bikin û got: "Em ji bo piştevaniyê bang li hemû derdorên demokrat, çepgir û sosyalîst dikin."
* Fiyetê komirê ku ji ber krîza aborî û kûra dowîzan di du mehan de ji sedî 72 biha bûye. Esnafan anî ziman ku êdî tu fîrmayeke ku komirê tedarik dike TL qebûl nake.
* Fethî Buyuk ku ji ber hişkesaliya îsal û û bihabûna fiyetên êm keriyê xwe yê pez ê ku biribû zozanan dereng ji zozanan anî, anî ziman ku dahata wî di biniya lêçûnên wî re ye.
* Li Çiyayê Cûdiyê 22 qûle û 2 baregehên leşkerî hatine çêkirin. Welatiyên ku bi salan e ji ber ewlehiyê nikarin biçin gundên xwe bertek nîşanî Walitiya Şirnexê dan ku propagandaya van qûle û baregahan dike. Welatiyan destnîşan kirin ku ew ne qereqol û baregehan ew aramiyê dixwazin.
* Dewlet bi polîtîkaya şerê taybet dixwaze li herêmê bi pêkanînên xwe yên li hemberî jinan civakê bi tevahî bimehîne. Kiryarên vê van pêkanînan dikin jî bi destê darazê tên parastin û jinên li dijîvan pêkanînan têdikoşin jî tên girtin û bi salan ceza li wan tên birîn.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 256'emîn de berdewam bike.
* Rûniştina doza Dr. Şeyhmus Gokalp ê endamê Desteya Rûmeta Bilind a TTB'ê wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00)
* Gelek navendan wê têkildarî 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî werin dayîn. (12.00)
* DÎSK wê derbarê muçeya asgarî de li Navenda Giştî ya li Enqereyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* KESK wê bi dirûşma "Em nikarin debara xwe bikin" li gelek navendan daxuyanî bide. (13.00-15.00)
* Derbarê 25'ê Mijdarê de wê li gelek navendan daxuyanî werin dayîn. (13.00-17.30)
* Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan wê di çarçoveya bernameya çalakiyên du mehan de li ber Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)