Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in

  • jin
  • 09:19 20 Mijdar 2021
  • |
img

ENQERE - Endamên Platforma Jinan a Enqereyê, ji bo çalakiya ku dê di 25'ê Mijdarê de li dar bixin bang kirin: "Em li dijî tahdeyê li qadan bin. Em bi hev re bihêz in." 

Jinên ku dê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tahdeya Li Hemberî Jinan dakevin qadan, li gelek bajaran starta çalakiyan dan. Jinên li Eneqreyê jî dê bi bangawaziya Platforma Jinan di 25'ê Mijdarê de li Qada Sakaryayê li hev kom bibin. Endamên platformê ku gelek rêxistin, komele û partiyên siyasî û aktivîstên serbixwe jî di nav de ne, dê bi dirûşmeya "li dijî şer, xizanî, tahdeya mêr û dewletê em bitêkoşin" li hev bicivin. Endamên platformê Denîz Akbiyik û Nûrsel Guvendîr bang li hemû jinan kirin. 
 
Nûrsel Guvendîr, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin û sedema vê jî pergala heyî ye. Guvendîr, destnîşan kir ku ya ku divê li hemberî wê têkoşîn bê kirin feraseta tahdekar a li hemberî jinê ye û got: "Dewlet di warê pêşîlêgirtina tahdeyê de qels e. Me helwesta wê ya ji bo cinayetên dawî û cezayên wê yên komîk dît ku bi polîtîkayên xwe vê yekê diparêze." 
 
RIZGARÎ Û TÊKOŞÎN
 
Guvendîr, diyar kir ku di pergala heyî de bêyî têkoşînê rizgarî ne pêkan e û got: "Me ev yek di biryara ji bo girtina Çîlem Doganê de jî dît. Mêrên ku jinan dikujin gava qirewatê dixin stuyê xwe cezayên wan tê kêmkirin û lê gava jinên ji bo jiyana xwe xwe diparêzin û mêrên tahdekar dikujin jî tên cezakirin. Yanî di vê pergalê de cezakirina kiryarên tahdeyê ne pir pêkan e. Lewma divê ev pergal bê guherandin. Îjar jin ji bo cîhaneke hîna dil û azad baifirînin divê bi awayekî çalak bitêkoşin." 
 
Guvendîr, ji bo vê bal kişand ser têkoşîna hevpar û got: "Li hemberî êrişên li ser jinan, taciz û destdirêjiyê, kedxwarî û mobbîngê pêdiviya me bi avakirina mekanîzmayên têkoşîna hevpar heye. Têkoşîna jinê divê bi têkoşîna civakî re bibe yek. Û divê tevahiya jinan xwedî li 25'ê Mijdarê derkevin. Em bang li hemû jinan dikin ku divê bibin kirdeya têkoşînê. Divê em bi hev re gotina xwe bibêjin, têkoşîna xwe û dengê xwe bi yek bikin." 
 
ÎQTIDAR MÊR DIPARÊZE
 
Denîz Akbiyik jî bal kişand ser zêdebûna tahdeya li hemberî jinê û destnîşan kir ku dewlet di polîtîkaya bêcezatiyê de israr dike. Akbiyik got: "Sedema vê jî, dewleta mêr dilê mêran dibijîne tahdeyê û kiryaran bi bêcezatiyê xelat dike. Çîlem, sirf ji ber ku xwe parast hat cezakirin." 
 
Akbiyik, bilêv kir ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê mêr bêtir berê xwe dane tahdeyê û got: "Di vî warî de îqtidar jî ne li terefê jinan, li terefê mêran sekinî û feraseta mêrê serdest diparêze." 
 
Akbiyik, destnîşan kir ku di 25'ê Mijdarê de dê bibêjin "têkoşîna bi hev re, em ji bo hev serî radikin" û got: "Em naxwazin bên qetilkirin, em doza mafên xwe û keda xwe dikin. Têkoşîna jinê êdî gihaştiye asteke navneteweyî." 
 
PIŞTEVANÎ
 
Akbiyik, bang li jinên bajêr kir û got: "Li vira cihê hemû jinên têkoşer heye. Em ê di 25'ê Mijdara îsal de bi awayekî girseyî li qadan bin û bi hev re li dijî tahdeyê bitêkoşin. Em bi hev re bihêz in. Girseya jinan a Enqereyê jî hay ji vê heye. Di arîfeya 25'ê Mijdarê de banga me ji bo hemû jina ye; em ê îsal li Qada Sakaryayê bin û em ê li wir bi awayekî girseyî daxuyaniyê bidin. Em saet di 18.30'yî de li benda hemû jinên enqereyî ne." 

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê