Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn

  • rojane
  • 15:11 20 Mijdar 2021
  • |
img
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan li Amedê aqûbeta xwendekera zanîngehê Gulistan Dokû ku 686 rojin agahî jê nayên girtin pirsîn, çalakiya li Êlihê jî hat astengkirin. 
 
Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” di hefteya 667’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî da çapemeniyê. Xizmên windayan û endamên Komîsyona Windayan a ÎHD’ê di çalakiyê de amade bûn. Malbatên windayan wekî her carê vê hefteyê jî pankarta  ku wêneyên windayan li ser heye û nivîsa “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” li erdê raxistin. Piştre weneyên windayan ên li ser “Winda” hatiye nivisandin xistin hembêza xwe û daxuyanî dan. Daxuyaniya vê hefteyê di bin baranê de hat dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Ozum Vûrgûn, Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî û gelek parêzer, parêzvanên mafên mirovan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn. 
 
‘GULISTAN DOKÛ LI KU DERÊ YE?’
 
Di çalakiyê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî û Emîne Senyaşar a li Rihayê li edaletê digere, Dayikên Şemiyê û hemû kesên pê re edaletê digerin silav kir. Kaya da xuyakirin ku ew ji bo Gulîstan Dokû ya berî 2 salan li Dêrsimê hat windakirin li vir in û ev windabûn li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk hat û wiha got: “Ji roja ku Gulîstan Doku winda bûye û vir ve jin bi hemû saziyên xwe li qadan çalakiyan li dar dixin û ji hemû cîhanê dipirsin, 'Gulîstan Doku li ku ye?' Lê belê hem mekanîzmayên dadgeriyê hem jî yên îdarî ji bo aqûbeta Dokû tiştek nekirin. Berovajiyê vê yekê hemû hewldan ji bo veşartina kiryaran û ji holê rakirina delîlan hatine kirin. Di nava rojê de windakirina jinekê nayê fêmkirin û qebûlkirin. Yek ji polîtîkayên sîstemê ye ku jin ber bi fûhûşê ve tên dehfdan û li tevahiya cîhanê bi taybetî li Tirkiye û herêmê ber bi tundiyê ve hatiye dehfdan. Em ê heta dawî li aqûbeta hemû jinên hatine windakirin bipirsin.”
 
ÎHMALA MEQAMÊN EDLÎ HEYE
 
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî jî têkildarî windabûna Dokû wiha axivî: “Li cihekî biçûk ê mîna Dersimê ku li her goşeyê kamera û polîs hene, ev du sal in aqûbeta jinekê nehatiye diyarkirin. Eşkereye ku nediyarkirina lêpirsînê ya ji destpêkê ve îhmala meqamên edlî heye. Malbata Doku di her firsendê de piştgirî xwest, ev îhmalkarî vegot. Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê di sala 2020’an de bi heyetekê re raporeke gelekî kûr amade kir û çû Dersimê û bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî. Lê her cara ku jin diçin cem dê û bavê Doku, dozgerî xebateke berbiçav deyne holê. Lê piştre ev lêkolîn dîsa disekinin. Rayedarên darazê ne neçarin tenê li ser medyaya civakî bixebitin an jî dema dengê jinan derkeve bixebitin.”
 
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ 
 
Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vûrgûn jî têkildarî windabûna Dokû de ev tişt gotin: “Em dizanin ku ev ne çîrokeka wendabûnê ye, ew çîrokeka windakirina bi zorê ye.” Vûrgûn, destnîşan kir ku polîtîkayên windakirinê ji salên 90’î ve ji aliyê dewletê ve tên meşandin û wiha axivî: “Dîrokê dubare kir ku em careke din dibînin polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê çi tîne. Xelatkirina failên di bin parastina dewletê de, bêcezahiştina wezîfedarên cemaweriyê yên tevlî dozên îstîsmarê bûne, nîşan dide ku em jin bi kîjan polîtîkayeke şerê taybet re rû bi rû ne. Ev polîtîkayeke taybet a li ser jinê ye. Em careke din soz didin ku em ê li dijî van hemûyan têbikoşin.” Piştî axaftinan Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr jî metînê ku pêvajoya windabûna Dokû vedibêje xwend. Piştî xwendina metne çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
LI ÊLIHÊ ASTENGKIRIN
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya ji bo çalakiya xwe ya hefteya 503’yemîn li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hatin gelhev. Vê hefteyê jî bi hêceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn. Li ser vê yekê girseya ku derbasî pêş avahiya Şaxa ÎHD’ê bûn li gel wêneyên windayan pankarta di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yûnûs Bagiş li vir axivî û diyar kir ku demekî dirêje hiqûq tune tê hesibandin. Bagiş bang kir ku bêhiqûqiya heyî demildest bê bidawîkirin û dazanîn ku wê giliyê rayedaran bikin. 
 

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê