Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne

  • rojane
  • 09:06 22 Mijdar 2021
  • |
img

STENBOL - Dayikên Aştiyê, diyar kir ku ew bi dayikên ku ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya kon didomînin re ne û bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan.

Di 29'ê tebaxê de li qada Xelîfan a Herêma Kurdistanê, hêzên PDK'ê kemîn danîn pêşiya komeke HPG'iyan a ji 7 kesan pêk dihat. Di kemîna PDK'ê de 5 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan, yek jê birîndar 2 kes jî xelas bûn. Ji van HPG'iyan cenazeyê Nesrîn Temîr û Yûsif Îbrahîm di destê PDK'ê de ne. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Cizîrê, ji bo girtina cenazeyan li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî da destpêkirin. Çalakiya ku li  Deriyê Sînor ê Sêmalka dest pê kir di roja 49'an de berdewam dike. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bertekên xwe yên li dijî PDK'ê anîn ziman û ragihandin ku ew bi dayikên Sêmalka re ne.
 
 
ARMANC QIRÊJ E
 
Dayika Aştiyê Cemîle Çîftçî, diyar kir ku her çiqas kurd dabeşî 4 parçeyan hatibe kirin jî xwişk û bira ne û ev bang li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî kir: "Derî veke Barzanî, neyartiya bira neke, şerm e. Dayik ji bo girtina hestiyên zarokên xwe li wir in. Divê Barzanî vê neyartî û şerî berdewam neke. Em xwişk û bira ne bila qetla xwişk û bira neke. Armanca bingehîn a PDK'ê qirêj e. Em şerê di navbera xiwşk û birayan de naxwazin. Divê em dest bidin hev û azadiya Kurdistanê bi hev re pêk bînin."
 
ŞIBANDINA PDK'Ê Û TIRKIYEYÊ 
 
Çîftçî, diyar kir ku pêkanînên Tirkiyeyê û PDK'ê yên li dijî cenazeyan dişibin hev û têkildarî mijarê ev tişt got: "Dewlet jî cenazeyan nade û li goristanên bêkesan vedişêre. Divê dayik aştiyê bixwazin. Em dayikên li Sêmalka bi tenê nahêlin. Em dibêjin ku em li cem wan in. Her wiha bila êdî dewlet jî fêm bike ku ev kar bi şer nabe. Bila dev ji şer berdin. Ev kar ne bi şer, bi pênûsê çareser dibe. Heke aştî çêbibe dê kes nemire."
 
'EW QEHREMANÊ ME NE'
 
Dayika Aştiyê Ayşe Sarihan, bi şermezarkirina PDK'ê dest bi axaftina xwe kir û weke berpirs jî Mesût Barzanî nîşan da û ev tişt gotin: "We kuşt, ji kuştinê wêdetir çi heye, hûn çima cenazeyên me nadin. Bang li dayikên Sêmalka dikin; heta girtina cenazeyên zarokên xwe dev ji bernedin. Em cenazeyên xwe bi destê kesî re bernadin. Ji bo cenazeyên xwe em li dijî herkesî ne. Ew zarokên me û qehremanê me ne. Heke karibûma biçûma ez ê jî biçûma cem wan dayikan. Divê em tev li wir bin. Ha zarokên min ha zarokên wan. Ferq di navberê de tuneye, tev zarokê me ne."
 
'BI ERDOGAN RE TEVDIGERIN'
 
Dayika Aştiyê Birgul Mûhîkanca jî da zanîn ku keça xwe di bikaranîna çekên kîmyewî de winda kiriye û bertek nîşanî piştgiriya PDK'ê ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî da. Mûhîkanca, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha got: "Bi Erdogan re tevdigerin. Tirkiye jixwe dijminê kurdan e, ew jî bûn dijmin. Bila bira bira nekuje. Dayik zarokên xwe ji bo vî şerê qirêj xwedî nakin. Ji zindiyên wan ditirsin çima miriyên wan nadin. Hûn ji miriyan çi dixwazin. Bila kêlikên zarokên me hebin."
 
'HEKE EM NEBIN YEK EM TUNE BIBIB'
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday jî bal kişand ser bedelên ku gelê kurd dide, bertek nîşanî şerê navxweyî da û wiha axivî: "Helwestên Barzanî ne baş in. Ev şerê birakujiyê ye, tu demê nayê qebûlkirin. Dewleta tirk dikare vê bike.Weke hemû gelan 100 sal in em doza mafên xwe dikin. Herkes bi ziman, çand û mafên xwe dijî. Em ketin sedsala 21'emîn jiyana kurdan a bi mafê xwe mafê kurdan e. Hemû kurd yek in. Heke em nebin yekê em tev bi hev re tune bibin. Her çar Kurdistan yek e û ya hemû kurdan e. Gerîla li xaka kê şehîd bûne. Bila Barzanî hinek vê bifikire. Wê di dîrokê de çawa bê bibîranîn? Dîroka me bi îxanetan dagirtiye. Gelo wê bi îxanetê di dîrokê de cih bigire? Em îxanetê layîqê tu kurdî nabînin."
 
'EM LI CEM WAN IN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Bugday, banga radestkirina cenazeyên zarokên dayikên li Sêmalka kir û ev tişt got: "Çend roj in dayik ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe rawestiyan e. Bila êdî cenazeyên zarokên wan radestî wan bên kirin. Bi fermana dewleta tirk kuştin. Ez êşa dayikên ku her roj tên li benda cenazeyên zarokên xwe disekinin parve dikin. Ez baş ji wan fêm dikim. Belim destê min negihija wan lê em ê bi gotina xwe li wan xwedî derkevin. Bila serbilind bin û heta girtina cenazeyên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Êşa wan êşa me ye. Em li cem dayikan in."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê