Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye

  • rojane
  • 13:50 22 Mijdar 2021
  • |
img
QAMIŞLO - Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku li Sûriyeyê dewlet destkeftiyên wan esas digirin û ev tişt got: "Ji bo ku xwe ji qrîza têde ye xelas bike Tirkiye li pey dagirkirineke nû ye. Ji bo me tişta esas berxwedana me ye."
 
Endamê Komîteya Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, li ser gefên Tirkiyê, salnameyên siyasî yên nû yên Amerîka û Rûsyayê, danûstandinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de û xebatên yekitiyê bi ENKS'ê re ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Xelîl, diyar kir ku Tirkiye êriş bike jî neke jî di nav şerekî de ne û wiha got: "Rojane gund û bajarên me tên bombebarankirin. Gefên dawîn ji bo bilindkirina asta şer e. Li dijî van êrişan pergala ku ji aliyê gelan ve hatiye avakirin li ser piyê xwe ye û weke navnîşana çareseriyê disekine. Beriya sed saliya Lozanê dixwazin biserkevin. Ji ber vê bi planên Osmaniyan tevdigerin."
 
 
ÇIMA ŞAM?
 
Di berdewamê de jî Xelîl ev nirxandin kirin:
 
"Em xwe nexapînin dewletên mezin destkeftiyan esas digirin. Di navbera û Amerîka de dibe ku hin têkiliyên demkî hebin. Lê hesabên wan hene. Me ji bo azadiya xwe dest bi têdikoşînê kir. Rojeva Amerîka û Rûsyayê ji hev cuda ne. Em ne bi çavê wan bi çavên xwe li şer dinêrin. Lê ew rastiyê baş dizanin. Dizanin ku pergala herî bi rêxistinkirî ya me ye. Lê derdê wan ji bo welatê wan e. Ji bo me tişta esas berxwedana me ye. Em dixwazin Sûriyeyek demokratîk ava bikin û di serî de kurd gelên din bi awayekî azad bijîn. Em ê vê rewşê neçin li cihekî din nabêjin û ji Sûriyeyê daxwaz bikin. Navnîşan Şam e. Lê heke ji bo çareseriyê gavekê bavêjin wê Tirkiyeyê li dijî xwe bibînin. Türkiye destûr nade ji bo çareseriyê gav bavêje. Tirkiye heta niha rewşa li Başûr jî qebûl nake. Lê divê Rejîm vê bizanibe; çareserî bi Tirkiyeyê re nîne. Çareserî bi kesên xwedî projeya demokratîk re ye. Niha ev li qadê ne û ji ber vê navnîşan Şam e.
 
HEVDÎTINÊN BI REJIMÊ RE 
 
Cenevre li ber çavan e. Hêzên li ser mesê heta îro li ser hevokekî jî li hev nekirine. Sedema ne lihevkirinê jî alîgiriya Tirkiyeyê ye. Tirkiye çareseriyê naxwaze. Feraseta rejîmê jî diyar e. Lewre heta niha pêvajoyeke ku mese bi rejîmê re hatibe danîn û xal bi xal nîqaş hatibin kirin tune ye. Tenê m peyaman didine hev. Em nêrinên xwe ji hev re radigihînin. Bi taybetî bi navbeynkariya Rûsyayê em dixwazin hin tiştan çareser bikin. Rejîm êdî ferq dike ku qels bûye. Ji bilî Rêveberiya Xweser ne yekparebûna Sûriyeyê û ne jî çareserî bi pêş dikeve. Lê hê vîna çareseriyê jî tune ye. Pirsgirêkeke bi dehan salan didome bi peyaman nayê çareserkirin. Ev pirsgirêkek dîrokî ye. Bêguman çareserî wê dem bigire. Em hê neketine hûrguliyan. Em niha tenê bi giştî dinirxînin. Em ji Rejîmê dipirsin ku hûn ji bo çareseriyê amade ne ku bi Rêveberiya Xweser re li ser mesê runin?; ji Rêveberiya Xweser jî dipirsin ku hûn ji bo çareseriyê amade ne ku ji bo yekparebûna Sûriyeyê li ser vê mesê rûnin? Her du alî jî fikarin xwe vedibêjin. Rêveberiya Xweser bi biryar e ku xaka Sûriyeyê biparêze û yekparebûna Sûriyeyê xera neke. Yanî naxwaze ji Sûriyeyê veqete. Ya duyemîn gav û asteke Sûriyeyê heye. Al, remz, saziyên wê û weke welat cihê di nav qada navneteweyî de heye. Em vê qebûl dikin. Lê hê zû ye ku li ser hûrgiliyên vê bên axaftin. Bêguman wê di demên pêş ev mijar bên nîqaşkirin. 
 
TÊKILIYÊN ME YÊN BI RÛSYAYÊ RE DIDOMIN
 
Li Sûriyeyê wê bêyî Rûsyayê çareseriyeke neyê pêxistin. Hê ji beriya şer ve di navbera Rûsya û Sûriyeyê de peyman hebûne. Herî dawî di sala 2015'an de bi awayekî aktîf Rûsya tevlî pirsgirêka Sûriyeyê bû. Ji biryara redkirinê ya Rûsyayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) jî diyar e ku bêyî Rûsyayê li Sûriyeyê çareserî ne pêkan e. Em jî bi Rûsyayê re di nav têkiliyan de ne û em dixwazin bibin navbeynkar. Bila nebine alî, ne ji me re ne jî ji Rejîmê re. Bila bêyî alî nêrînên me nêzî hev bikin. Di vî warî de xebatek tê kirin. Hin hewldan hene. Têkiliyên me yên bi Rûsyayê re didomin. Di navbera me pêvajoyeke diyalogê heye. Heyetên me bi hev re hevdîtinan dikin. Hêviya me ew e ku Rûsya tişta jê tê xwestin bi awayekî serkeftî pêk bîne.
 
ROLA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ 
 
Ji bo çareseriya qrîza Sûriyeyê Amerîka û Rûsyayê li hev kirine. Muxatabê vê pirsgirêkê her du hêz in. Têkildarî hevdîtinên di navbera wan de em ne xwedî agahî ne. Diyar e ku ji bo çareseriyê hin tiştan nîqaş dikin. Lê em nizanin reng û rêbaza vê çî ye. Hêzeke me û di têkoşîna avakirina demokratîk de ye. Ji bo çareseriyê em ji hêzên navneteweyî alîkariyê dixwazin. Heke ev jî nebe bila ne di rola sorkirinê de bin.
 
HEVDÎTINÊN BI ENKS'Ê RE
 
Hevdîtinên me yên bi ENKS'ê re bi mehan e bi dawî bûne. Em li bendê ne ku nûnerên Amerîkayê bên û her du aliyan vexwînin. Me di vê derbarê de daxwazên xwe jî ragihandiye. Heke ev diyalog dest pê bike, wê çawa û li ser çi bingehê dest pê bike. Divê hin tişt careke din di ber çavan re bên derbaskirin. Rewşa Kurdistanî û herêmî hene. Hin guhertin jî bûn. 
 
DAXUYANIYA MESRÛR BARZANÎ
 
Pêwistî bi gotinên bi vî rengî tune ye. Ji bo diyaloga navbera kurdan dibe ku nêrînên wî hebin. Heta dikare alî jî bigire. Lê me qet hêvî nedikir ku dagirkeriya Tirkiyeyê biparêze. Pirsgirêkên Tirkiyeyê bi me re hene, ne bi rêxistin û partiyekeê re. Pisgirêka wê hebûn û tunebûna kurdan e. Kê li dijî Şêx Seîd, Seyît Riza û dîsa Barzanî derket? Di sala 2017'an de beriya Bexdayê Erdogan bertek nîşan da. Gelo Mesrûr Barzanî bûye parêzerê Tirkiyeyê û haya me ji rewşê tune ye. Çima wiha dibêje? Dibêje, 'Pirsgirêka Tirkiyeyê bi PKK'ê re heye'. Li Efrînê PKK tune ye, Gelo çima ENKS li wir tune ye? Çima ala Hikûmet Herêma Kurdistanê ya ENKS ji xwe re esas digire nayê bilindkirin. Çima buroyên wan li wir tune ne. Çima rojek li wir meşek li dar naxin. Heke ku pirsgirêka wan bi kurdan re tune ye, bila ENKS biçe Efrînê xebatek bike. Li ser navê kurdîtiyê li Serêkaniyê ve Girê Spî tu çi dikî. Heke wiha bûna wê dewleta tirk ji bo Pirsgirêka Kurd gavek bavêtina. Pirsgirêk û hebûna kurdan qebûl nakin. Heke wiha nebûna wê bi vê partiyê re na bi partiyeke din re li çareseriyê bigeriyane. Em baş dizanin ku nêzikbûna Tirkiyeyê bin çi rengî ye. Lewre em rojane bandora wan dijîn. Gelo Mesrûr Barzanî di berdêla çi de bû parêzer?"
 
MA / Nazim Daştan
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/11/2021
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê