* Ciwanên şirnexî bal kişandin ser şerê taybet û got: "Li herêma me ji bo pêşî li ber têkoşîna ji bo nasnameyê bê girtin fuhûş û tiryak tê belavkirin."
* Li Girtîgeha Sîlîvriyê bi hinceta govendgerandinê cezayê hevdîtinê li 61 girtiyan hatiye birîn û bi mirinê gef li girtî Şiyar Yildirim hatiye xwarin.
* Fûtbolvanên jin ku bi serketin û xîreta xwe feraseta "jin nikarin bi fûtbolê bilîzin" şikandin, niha armanca wan a sereke bibin şampiyon.
* Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Abdûllah Koç, bal kişand ser helwestên ATK'yan ên li hemberî girtiyan û got: "Ji bo dmeokratkbûna Tirkiyeyê divê pêşî ji ATK'ê bê destpêkirin."
* Siyasetmedar Demîr Çelîk, diyar kir ku nimûneyên têkildarî çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranîn ji saziyên Ewropayê re şandine û got: "Xebatên me didomin. Divê em vîna ku ji dewleta tirk re bibêje 'bisekine' têxin nava liv û tevgerê."
* Êzidiyên ku hê jî ji tarvamaya êrişên DAIŞ'ê xelas nebûne, ji bo ji nav lepên bêçaretî, xizanî û betaliyê xelas bibin didin ser rêyan. Penaberên êzidî li Hewlêrê bi rojnamevan Wladîmîr van Wîlgenbûrg re axivîn.
* Nobeta malbata Şenyaşar di roja 261'an de didome.
* 3'emîn danişîna doza Mirovên Şemiyê wê li 21'emîn Dadgeha Cezaya Esleyiyeyê ya Stenbolê bê dîtin. (10.30)
* Ji bo 25'ê Mijdarê wê li gelek navendan çalakî bên lidarxistin û daxuyanî bên dayîn. (11.00-18.00)
* MYK'a HDP'ê wê di bin serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de bi awayekî awarte li hev bicive. (11.00)
* Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, wê bîlançoya 10 mehan a cînayet û bîlançoya tundiya li ser jinên herêmê bi raporekê aşkera bike. (12.00)
* Şaxa TUMBEL-SEN'ê ya Amedê, rapora ku derbarê mobîng û tundiya qeyûman a xebatkarên jin amade kiriye wê li avahiya xwe aşkera bike. (12.30)
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin a li Baroya Amedê wê di roja 9'emîn de bidome. (13.00-16.00)
* Platforma Jinan a Bajar a Rihayê, ji ber 25'ê Mijdarê dê serdana Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar bike. (15.00)