‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’

  • rojane
  • 15:45 28 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Hevseroka TUHAY DER'ê Guler Yuksekbag di çalakiya piştevaniya bi xizmên girtiyan de axivî û got: "Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin.” 
 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER) bi malbatên girtî, girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan re li Tesîsên Demîrok a Amedê hat cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Ji girtiyên jin re azadî" û "Dema parastina hebûnê û misogerkirina azadiyê ye" hatin daliqandin. Malbatên ku li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin jî beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
 
‘TECRÎD BI BERXWEDANÊ DIKARE WERE ŞIKANDIN’ 
 
Hevseroka TUHAY DER'ê Guler Yuksekbag di çalakiyê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Divê em li hemberî binpêkirinên mafan ên girtiyên nexweş ên li girtîgehan bêdeng nemînin. Ew wan dibin nexweşxaneyan û 15 rojan karantîne dikin. Kiryarên ku rûmeta mirovahiyê binpê dikin têne kirin. Ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene û nayên dermankirin. Em dixwazin ku ew bên dermankirin.” 
 
Yuksekbag bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Tecrîd dê bi têkoşîn û berxwedanê were şikandin. Divê di şexsê Ocalan de tecrîda li ser hemû girtiyan bi dawî bibe.”
 
‘ROJ ROJA PIŞTEVANIYÊ YE’ 
 
Încî Guler a ku li ku di nav malbatên girtiyên nexweş de li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dane destpêkirin cih digire jî destnîşan kir ku roj roja xwedî derketina girtiyan û piştevaniyê ye. 
 
‘BERXWEDANA KURDAN MEZIN DIBE’ 
 
Pişt re Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd li dijî faşîmza AKP-MHP’ê her ku diçe mezintir dibe û kurd paş ve gavê navêjin. 
 
Bayindir axaftina xwe wiha domand: “Dixwazin berxwedana zindanên Amedê biqedînin. Van kesan ruhê berxwedanê ji zindanên Amedê girtin. Çawa ku gelê Kurd di zindanên Amedê de Esat Okytay têk bir, wê dîsa jî bi ser bikeve. 100 sal berê dixwestin Kurdistanê perçe bikin, lê kurd ne kurdên sed sal berê ne. Li pêşiya me derfetên mezin hene. Em ji azadî û statuya xwe re vekirî ne. AKP û MHP ji bo van hemû planan ber bi zindanan ve diçin. Birêz Ocalan 23 sal in ji bo gelê kurd berxwedaneke mezin nîşan dide. Dixwazin vê berxwedanê bi dawî bikin. Lê em dizanin ku gelê Kurd li vê qadê ev berxwedan da meşandin. Lewma li dijî faşîzmê çiqas êrîş hebin jî em ê bersiveke pir mezin bidin. Bi berxwedan û têkoşîneke mezin em ê van êrişan parçe bikin.”
Piştî axaftinan Koma Dîcle Firat derket ser dikê. Welatiyên ku li ber stranan govend gerandin, gelek caran dirûşmeyên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz kirin.
 
 

Sernavên din

28/11/2021
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne
09:15 Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir
09:14 Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin
09:13 Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin
09:06 Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê
27/11/2021
21:26 Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin
17:57 Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’
16:37 ANYAKAY-DER bertek nîşanî zext û binçavkirinan da
16:16 Hat îdiakirin ku li Qilebanê jinekê hewl daye întîhar bike
16:06 Vegera penaberan a ji Belarûsê didome
16:05 Ji bo girtiyê nexweş Çakal banga berdanê kirin
15:40 Nobeda li Sêmalka di roja 54’emîn de ye
15:35 Girtiya birîndar di 4 mehan de 4 caran hat sewqkirin
15:30 HDP wê sibê mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’ li dar bixe
14:55 Dayikên Şemiyê: Bal kişandin ser darizandinên xwe
14:53 'Desthilat tol dihilîne'
14:23 Miduriyeta polîsan vegeriya salên 90’î: Pirtûk û kefiyên rengîn bûn “belgeyên rêxistinî”
14:12 Turkdogan: Daxwazên wan daxwazê herkesî ne
14:06 Cendirmeyan êrişî gundiyan kir
13:46 Xizmên windayan aqûbeta Epozdemîr pirsîn
13:12 120 ronakbirin fransayî banga PKK'ê li Biden kirin
12:50 Karayilan navên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bikaranîn aşkere kirin
12:43 Piştî 12 salan doza ROJ TV'yê li rojnameger Sala vekirin
12:40 Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin
12:02 Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê'
11:29 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de ye
11:29 Zinar Ronî: Heke ji xeletiyan venegere wê Hewler jî weke Enqereyê hilweşe
10:26 Jina ku li Îzmîrê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:52 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
09:03 Komeleya Wêjekarên Kurd dê 2 pirtûkan çap bike
09:02 Hem êrişî wî kirin hem jî cezayê hevdîtinê lê birîn
09:02 Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne
09:02 Aydenîz: Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê
26/11/2021
20:32 Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn
19:43 Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin
17:05 Doza Geziyê hat dîtin: Osman Kavala nehat berdan
17:02 DEDAŞ 11 roj in ceyranê nade gund
16:57 Beştaş: Berxwedana jinan mezin bûye
16:46 Girtiyê nexweş Mûhammed jiyana xwe ji dest da
16:46 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:18 Nobeta Edaletê di roja 11’emîn de ye: Em bibin hezar û bêdeng nebin
15:50 Lukaşenko: Divê YE çareseriyê bibîne
15:48 Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin
14:53 Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû
14:38 Dadgeha Bilind, dozgerên ku delîlên komkujiyê veşartine parast
14:37 Ji bo mîtîngê bang kirin: Em li dijî desthilatê dengê xwe bilind bikin
13:59 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 11’emîn de ye
13:56 Parêzerê Ocalan serî li saziyen navneteweyî dan: Rewşa dijhiqûqê teşhîr bikin
13:36 Tahîr Elçî bi pêşangeha "dengê azadiyê" bi bîr anîn
13:14 Welat dubare bi rûpela dijîtal dest bi weşanê dike
13:07 Yuksekdag banga piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş kir
12:26 ‘Osman Kavala berdin’
12:07 Malbata Şenyaşar: Bila li Rihayê qanûn pêk bên
11:30 Li Kocaelî û Stenbolê gelek HDP’yî hatin binçavkirin
11:29 Diyanetê ji tundiyê re çareserî dît: Li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet
11:05 Dozgeriyê îtîrazî biryara baraetê ya rojnameger Rûvanas û Esen kir
10:27 Li Edenê serdegirtina malan: Derî şikandin
09:34 Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû
09:33 Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da
09:33 Polisan damezrînerê DEVA'yê Gurcan binçav kirin
09:11 Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye
09:00 4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne
09:00 Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
09:00 Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin
09:00 ‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN
25/11/2021
22:30 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:43 Li Amedê jin daketin qadan
19:08 Li Cizîrê mirineke biguman
17:10 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
17:04 Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin
16:51 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
16:47 Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan
16:39 Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin