AMED - Serokên baroyan û siyasetmedaran Tahîr Elçî li ser gora ew bibîr anîn û soza ku wê dosyeya Elçî bi kiryarê nediyar re rûbirû nemîne dan.
Baroya Amedê, serokên baroyên bajarên din û siyasetmedaran ewilî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li ber Minareya Çar Ling a li Amedê hat kuştin bibîr anî. Serokên baroyan û siyasetmedar pişt re çûn ser gora Elçî û li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê bernameya bîranînê li dar xistin.
FEYZÎOGLU BEŞDARÎ MERASÎMA LI SER GORÊ NEBÛ
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Metîn Feyzîoglû piştî 6 salan cara ewil beşdarî bîranîna Elçî ya li Sûrê bû. Lê balkêş bû ku Feyzîoglû di merasîma bîranîna li ser gorê de ne amade bû.
‘EM Ê DOSYEYÊ KIRYAR NEDIYAR NEHÊLIN’
Serokên baroyan û siyasetmedaran qerenfîl danîn ser gora Elçî. Pişt re axaftin hatin kirin. Ewilî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî. Pişt re jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û serokên baroyên bajarên wek Enqere, Îzmîr û Aydinê axivîn. Di axaftinan de ew soz hat dayîn ku wê dosyeya doza Tahîr Elçî di tariyê de û kiryar nediyar (faîlî meçhûl) rûbirû nemîne.