AMED - Nûnerên saziyên sivîl serdana Nobeda Edaletê ku 16 roj in li Baroya Amedê dewam dike, banga xurtkirina çalakiyê kirin.
Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan li Baroya Amedê di roja 16’emîn de berdewam dike. Serokê Sendikaya Kedkarên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (General-Îş) Şaxa Jimara 1’an a Amedê Kamuran Taş û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa piştgirî dan nobeda malbatan.
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban axivî û her cûre zilmê li kurdan rewa dibînin û ew dixwazin dawî li vê zilmê were û lewma ew piştgiriya berxwedana malbatan dikin.
LI BA EDALETÊ NE
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî anî ziman ku ew li cem lêgerîna edaletê cih digirin.
NAYÊ DERMANKIRIN
Xwişka girtiyê nexweş Abdulsamet Guler, Încî Guler anî ziman ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane demildest werin berdan.
ŞERMA MIROVAHIYÊ
Serokê Şaxa Genel-Îşê Kamûran Taş da zanîn ku neqiqûqiya ku li girtîgehan diqewime ew wek şerma mirovahiyê dibînin.
HÊZ Û PIŞTEVANÎ
Bavê girtiyê nexweş Civan Botlan, Hakki Boltan jî destnîşan kir ku divê her kes hêz û piştgiriyê bide nobeda malbatên girtiyan.