Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî

  • rojane
  • 09:03 5 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Malbata Ak ku xaniyê wan ê li Taxa Lalabey a Sûrê hat xerakirin, li kêleka xaniyê xwe yê ber dikan kirê kirine û di dikanê de dijîn. 
 
Li navçeya dîrokî ya Sûrê ya Amedê, piştî qedexeya derketina derve ya di 2'yê Kanûna 2015'an de dest pê kir û 103 rojan dewam kir, gelek avahî hatin xerakirin û bi hezaran malbat jî hatin mexdûrkirin. 22 hezar û 323 şêniyên li 6 taxên Sûrê yên şer li wan qewimîn, ji bêgavî malên xwe terk kirin û yan çûn taxeke din an jî koçî bajarine din kirin. 
 
Her wiha li navçeyê 334 avahiyên tescîlkirî û 3 hezar û 569 avahî jî ji holê hatin rakirin. Piraniya van avahiyan jî piştî 9'ê Adara 2016'an ku hatibû ragihandin şer bi dawî bûye, hatin xerakirin. 
 
Ji bo malbatên xaniyên wan hatibûn xerakirin soz hatibû dayîn ku dê li devera Ûçkûyûlarê û Çolguzeliyê 5 hezar û 746 avahiyên TOKÎ'yê bên çêkirin. Lê tenê xanî dan 837 malbatan. Malbatên ketin van xaniyan jî ketin bin deynan. Li Sûrê jî li şûna avahiyên hatin xerakirin 506 xanî, 9 otêlên bûtîk û 150 kargeh hatin çêkirin û niha metrekareya xaniyan bi 2 hezar TL'yan dane ber îhaleyê. 
 
Yek ji van malbatên ku xaniyên wan hatine xerakirin jî malbata Ak e.
 
DI DIKANÊ DE DIMÎNIN
 
Mehmet Ak (65) ku xaniyê wî yê li Taxa Lalebeyê hat xerakirin, piştî xaniyên TOKÎ'yê nedan wî tevî malbata xwe li şûna xaniyê xwe yê hat xerakirin kon veda. Malbat 3 salan di konê de ma û piştî konê wan jî hat rakirin, ketin dikaneke 10 metrekareyî. 
 
HEQÊ XANÎ Û DIKANÊ 38 HEZAR TL
 
Mehmet Ak, ji bo debara malbata xwe bike li ber deriyê dikana lê dimîne hin tiştan difiroşe. Ak, anî ziman ku ji bo xaniyê wî û dikana wî yên hatine xerakirin 38 hezar TL pêşniyarî wî hatiye kirin. 
 
Ak, anî ziman ku li Sûrê mezin bûye û piştî konê ku vedane hatiye rakirin dikana bûrayê xwe kirê kiriye û tevî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe di vê dikanê de dimîne. 
 
Ak, bilêv kir ku dewletê ji bo xaniyên şêniyên Sûrê yên hatine xerakirin 60-90 hezar TL pêşniyar kiriye û ji bo xaniyên li şûna xaniyên wan çêkirine jî 400 hezar TL dixwaze. 
 
Ak, destnîşan kir ku quweta wan tune ye ku xaniyên hatine çêkirin bikirin û got: "Dê mirov vî pereyî ji ku bînin. Ma karek, fabrîkayek heye em bixebitin. Ciwanên me hemû li derve ne. Ma kî dikare mehê 4-5 hezar Tl kredî bide?" Ak, bilêv kir ku gelek kesên wekî wî nikarin heqê kirêya xwe û heqê av û ceryanê bidin û ji ber vê ketine ber heczê. 
 
Ak ku got "Madem wisa ye, hema bila bombeyan bavêjin ser me û me kurdan bid erbekê bikujin. Bila Erdogan îstifa bike. Ma jina wî jî ne kurd e, ew jî kurd e. Ma dê ev heya kengî wisa bidome?" anî ziman ku li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne. 
 
'XANIYÊ ME BI SER SERÊ ME DE XERA KIRIN'
 
Hevjîn wî Mevlude Ak (61) jî got: "Pêşî hatin xaniyê me bi ser serê me de xera kirin, niha jî çav berdane heqê me." 
 
Ak, destnîşan kir ku ya bila xaniyê wan an jî heqê xaniyê wan bidin wan û got: "Ma qey heya em sax bin em ê li kuçeyan bin. Dixwazin cenazeyê me ji kuçeyê rakin. Em doza heqê xwe dikin. Qey ji Xwedê natirsin." 
 
MA / Omer Çelîk

Sernavên din

08/12/2021
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir
13:55 ‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe'
13:54 15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:46 Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn