AMED - Rojnamevan Gulşen Koçuk di doza ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kiriye" dihat darizandin, salek û 10 meh û 15 roj cezayê hepsê lê hat birîn.
Derbarê edîtora JinNewsê Gulşen Koçuk de bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin. Danişîna yekemîn a dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Koçuk û parêzer Resûl Tamur di danişînê de amade bûn.
Koçuk ji ber parvekirinên medya dijîtal a di sala 2016'an hat darizandin. Koçuk di danişînê de îdiayên li ser xwe red kir.
Parêzer Resûl Tamur jî îdiayên ku hatine kirin red kir û da zanîn ku parvekirinên ku miwekîla wî kirine di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de kiriye û şîdetê teşwîq nake, ji ber vê yekê jî xwest miwekîla wî were beraetkirin.
Şandeya dadgehê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 10 meh û 15 roj cezayê hepsê li Koçuk birî.