Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye

  • rojane
  • 13:48 10 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede diyar kir ku pêvajoya ku Garîbe Gezer li girtîgehê ber bi mirinê ve biriye, kurteya qewimandina binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede ku ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsiyar e li Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî Hefteya Mafê Mirovan daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Dede di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mirina biguman a Garîbe Gezer. Dede destnîşan kir ku di arefeya hefteya mafê mirovan de Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Duh bi şev me nûçeyek xemgîn wergirt. Hevala me Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da. Pêvajoya ku dawî li jiyana Garîbe Gezer hat, wek kurteya binpêkirina mafên mirovan a Tirkiyeyê ye. Di şer û pevçûnên ku ji aliyê hikumetê ve hat afirandin de, birayê wî yê mezin hat kuştin, birayê wî yê din jî birîndar bû û felc maye. Garîbe Gezer a ji girtîgehê sirgûnî girtîgehê hat kirin, cara dawî birin Girtîgeha Kandirayê. Pêşî lêdan û pişt re jî tecawizî wê kirin. Di telefona dawî ya ku wê bi malbata xwe re kir de em hînî van pêkanînan bûn. Gardiyanan nexistin ber tu lêpirsînê. Cezayê hucreya yek kesî li Garîbe Gezer tê birîn û li wir bi awayek guman dimire. Em ji Garîbe re rehmetê û ji malbata wê re jî sersaxiyê dixwazin."
 
DI SALA 2021’AN DE BINPÊKRIINA MAFAN DEWAM KIR 
 
Dede anî ziman ku îqtidara AKP’ê ya qanûna bingehîn, peymanên navnetewî û yasayan tune dihesibîne di sala 2021’an de jî bêhiqûqiyên xwe berdewam kir û wiha got: “Nemimkun e meriv binpêkirinên mafê mirovan ên ji aliyê îqtidara AKP’ê ve pêk hatine bi daxuyaniyekê rave bike. Ji ber ku îqtidara Tifaqa Cumhur zimanek cihêkar, zayendperest û nijadperest bikar tîne, di serî de kurd û hemû beşên civakê bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Ev yek rê li ber binpêkirinên mafan vedike û di sala 2021’an de jî bû sedema mirina gelek kesan.” 
 
QETLIYAMA MALBATA DEDEOGULLARI 
 
Dede bal kişand ser êrişa nijadperest a li Konyayê li hemberî malbata Dedeogullari pêk hat û ji malbatekê 7 kes tên kuştin û pişt re jî 12 faîl tên berdan û got: “Gelo berdana van 12 kesan wê çawa were îzahkirin?” 
 
KUŞTINA DENÎZ POYRAZ NEHATIYE LÊKOLÎNKIRIN 
 
Dede bal kişand ser kuştina Denîz Poyraz ku ji aliyê Onur Gencer ve li Îzmîrê pêk hat û got kuştina Denîzê û têkiliyên kujer ên bi derdora wî re bi awayek berfireh nehat lêkolînkirin. Dede got ev êrişa nemerdane jî ji ber polîtîka û zimanê îqtidarê pêk hatiye. 
 
WELAT VEGUHERIYE NAVENDA ÎŞKENCEYÊ 
 
Dede da zanîn ku li gel îşkence û muameleya xerab qedexe ye jî lê di sala 2021’an de sûcê dijî mirovahiyê, îşkence û muameleya xerab mohra xwe li sala 2021’an da û got: “Welat adeta veguherî navenda îşkence û binpêkirina mafê mirovan.” 
 
DI 11 MEHAN DE 310 JIN HATINE KUŞTIN 
 
Dede bal kişand ser kuştina jinan a di sala 2021’an de û got di 11 mehên salê de 310 jin hatine kuştin. Dede her wiha behsa binpêkirinên mafên zarokan jî kir û li dijî zarokan tundî û îstîsmar zêde bûye. 
 
NEYARTIYA LI HEMBER KURDΠ
 
Dede anî ziman ku neyartiya li hember kurdî û kurdan di sala 2021’an de jî mohra xwe li rojevê da û ji Meclîsê bigire heta girtîgeh û derve li her deverê neyartî, astengî, qedexekirin û êrişên li ser ziman, çand û hunera kurdî berdewam dike. Dede got hêj du roj berê axaftina kurdî ya parlamentera wan Ayşse Surucu li Meclîsê hat astengkirin. 
 
AZADIYA DERBIRÎNÊ 
 
Dede diyar kir ku li Tirkiyê hurmet ji azadiya derbirîn û ramanê re nîne û ji ber esnaf Cemîl Taşkesen li Sêrtê ji Meral Akşener re got ‘ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin û peyva Kurdistan hêj li Tirkiyê qedexe ye. 
 
ZEXT LI SER ROJNAMEVANAN HEYE 
 
Dede anî ziman ku di sala 2021’an de jî li dijî sazî û dezgehên çapemeniyê û rojnamevanên kurd û muxalîf binpêkirinên mafan berdewam kirin û zextên giran li ser rojnamevanan hene. 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Dede anî ziman ku yek ji binpêkirinên mafan jî Doza Kobanê ye û got ev doz komplo ye û tu eleqeya wê bi hiqûq û edaletê re nîne û ev doza komployî berdewam dike. Dede got Doza Kobanê têr nedikir, li ser vê rabûn doza girtina partiya wan HDP’ê jî amade kirin û wan di sala 2021’an de pir eşkere dîtiye ku daraz ketiye bin ferman û kontrola îqtidara siyasî. 
 
BINÇAVKIRIN 
 
Dede anî ziman ku parlamentera Omer Farûk Gergerlîoglu hatiye betalkirin, pişt re hatiye binçavkirin û girtin. Dede destnîşan kir ku tenê di 15’ê Sibata îsal de li gorî daxuyaniya wezareta karên navxweyî 718 kes hatine binçavkirin. 
 
BIRYARA KAVALA Û DEMÎRTAŞ 
 
Dede da zanîn ku girtin û binçavkirinên li dijî hiqûqê berdewam dikin û nepêkanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala her cûre bêhiqûqiyan rave dike û radixe ber çavan. Dede got girtina Hevseroka Leyla Guven û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û cezakirina wan jî neheqiya li Tirkiyê ku tê kirin nîşan dide. Dede got di serdema 27’emîn a Meclîsê de bi giştî hezar û 467 fezleke hatine Meclîsê û niha hezar û 392 fezleke amade ne û ji van fezlekeyan hezar û 41 hebê wî ji bo 56 parlamenterên HDP’ê hatine amadekirin. 
 
GIRTÎGEH 
 
Dede destnîşan kir ku cihê herî zêde ku binpêkirinên mafên mirovan lê diqewimin girtîgeh in û girtî nikarin ji mafên xwe sûdê werbigirin û her cûre mafên wan tên astengkirin. Dede anî ziman ku li girtîgehan îşkence, muameleya xerab, zext û êrişên li ser girtiyan berdewam kirin û îro jî didomin û girtî ji ber faliyetên xwe bi cezayên dîsîplînê re rûbirû dimînin. Dede da zanîn ku yek ji binpêkirinên mafan ên sereke jî neberdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye û di serî de girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û gelek girtiyên din bi mirinê re rûbirû hatine hiştin û nayên berdan. 
 
‘ÎMRALI CIHÊ ÇARESERIYÊ YE’ 
 
Dede destnîşan kir ku di 5 salên dawî di serî de li Girtîgeha Îmraliyê, li girtîgehên din û li tevahiya welat tecrîdek girankirî ya ku nehatiye dîtin tê sepandin û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin. Dede anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan ji her cûre pirsgirêkan re dibe bingeh û got: “Cihê çareseriya doza kurdî û pirsgirêkên din Girava Îmraliyê ye. Tecrîdkirina Ocalan û sê girtiyên li cem wî nayê qebûlkirin. Girtîgeha Îmraliyê navnîşana aştî û çareseriyê ye. Bi qasî ku neyê vegotin, îqtidara AKP’ê di sala 2021’an de îmze avêt bin binpêkirinên mafê mirovan. AKP’ê Tirkiye veguherandiye girtîgehê. Em ê li dijî tecrîda Îmraliyê ku li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin têkoşîna xwe bidomînin.” 
 

Sernavên din

13/12/2021
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir