Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin

  • rojane
  • 14:15 13 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Endamên Koma Bajar, rêveberên KESK’ê û endamên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê serdana malbata Şenyaşar ku 280 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digirin, kirin. 
 
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên 280 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digirin, kirin. Malbata ku li qada “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” nobeta xwe didomînin, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê û parêzerên dosyayê şandeya ku di serokatiya Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê berpirsyar Umît Dede de serdana wan kir, pêşwazî kirin. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê berpirsyar Umît Dede kul i ser navê şandeyê axivî, derbarê pêvajoya dozê de ji parêzerên malbatê agahî girt û wiha got: “Me wekî HDP serdana malbata Şenyaşar a li Tirkiyeyê bû sembola berxwedanê kir. Em ji destpêka dozê ve dişopînin. Malbat rastî bêhiqûqiyeke mezin hat. AKP bi hiqûqa du alî civakê ji hev diqetîne. Heke hûn alîgirê desthilatê bin cuda ye hûn alîgirê wan nebin cuda ye. Mînaka herî girîng Doza Komkujiyê ya Malbata Şenyaşar e.”
 
'KES VÊ BIHIQÛQIYÊ QEBÛL NAKE'
 
Dede, tiştên diqewimin weke “polîtîkaya bêcezatiyê” bi nav kir û wiha axivî: “Kes vê bêhiqûqiyê qebûl nake. Nobeta Edaletê ya malbatê ji bo me hêceta têkoşînê ye. Ji ber vê yekê em spasiyê xwe pêşkeşî dayikê û Ferît dikin. Ev berxwedana wan rûmet e. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim.”
 
Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku serdana şandeyê hêz daye wan û spasiyên xwe pêşkeş kirin. Dayik Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polîsên ku dîmen dikişandin da û wiha got: “Herin li pey kesên ku komkujî pêk anîn bigerin, herin wan bigirin.”
 
Şandeyê piştî demekê bi malbatê re hevdîtin kir, ji qada nobetê veqetiya. 
 
'EDALET PÊK NEYÊ WÊ WIJDANA CIVAKÊ BIÊŞE'
 
Endamên Koma Bajar jî serdana malbatê kir. Koma ku ji bo 28’emîn salvegera damezirandina Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li bajêr bû, tevî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî di nav de nûnerên navenda giştî û nûnerên Platforma Şaxa Rihayê amade bûn. Vedat Yildirim ê li ser navê Bajar axivî, diyar kir ku têkoşîna malbatê dişopînin û got: “Heke edalet pêk neyê wê wijdana civakê biêşe.” Pişt re Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk wiha axivî: “Lêpirsîneke bi bandor nayê bi rêve birin. Ji bo faîl bên dîtin divê lêpirsîneke bi bandor were kirin. Divê demildest daxwazên malbatê yên edaletê bên pêşwazîkirin. Em weke konfederasyon heta dawiyê li cem malbatê ne.”
 
Şandeyê bi malbatê re demekê nobet girt û pişt re ji qadê veqetiya. 
 
 
 

Sernavên din

13/12/2021
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir