Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e

  • rojane
  • 14:45 16 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Di danişîna doza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de şahid Erol Tiryakî hat guhdarîkirin û diyar kir ku ew tu parêzerî nas nake û got: “Ev komploya emniyetê ye. Min derbarê vê yekê de gilî kiriye.”
  
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmut Taşçi û Mehmet Selîm Okçuoglu bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin. Danişîna duyemîn a doza parêzeran li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Serokê dadgehê yê heyî ji ber ku bi destûr bû şandeyek din li dozê nihêrî. 
 
JI HEMAN SÛCDARIYÊ CAREK HATIYE BERAETKIRIN 
 
Ewilî parêzer Înan Akmeşe parastina xwe kir û diyar kir ku ew parastinên danişîna berê ya parêzeran kiriye dubare dike û got: “Sûcdariya derbarê me de hevdîtina li Îmraliyê ye. Ez jî çar pênc caran çûme hevdîtinê û van wek sûc dîtine. Ez sûcdariyên wiha qebûl nakim. Di dema xwe de em bi heman sûcdariyan li dadgeyên rayedariya taybet, hatibûn darizandin. Ez hatibûm beraetkirin. Hevdîtina min jê beraet kiribû û hevdîtina niha ez jê têm sûcdarkirin, heman hevdîtin e.” 
 
TEMAMÎ LI HEV ANÎNE 
 
Akmeşe anî ziman ku beyanên şahid ên di derbarê wî de bi temamî li hev anîne û tenê wî carek vî kesî bihîstiye û ji ber birayê wî di dosyeyekê de hatiye darizandin navî wî bihîstiye. Akmeşe got ji bilî beyanên şahidê navê wî vekirî, ew beyanên şahidê veşarî qet qebûl nake. 
 
DOZEK DEK Û DOLAB E 
 
Parêzer Faîk Ozgur Erol diyar kir ku ev doza li hember hevalên wan parêzer hatiye vekirin dozek bi dek û dolab e û piştî deh salan radibin hevdîtinan dikin mijara darizandinê. 
 
‘MAFÊ PARASTINÊ TÊ BINPÊKIRIN’ 
 
Parêzer Baran Dogan ê ku tê darizandin jî parastna xwe kir û got: “Ev pergala bêhiqûqiya Tirkiyeyê ye. Min nêrî çima ev doz li min hatiye vekirin. Min li lîsteya parêzerên çûne Girava Îmraliyê mêze kir. Ji her kesî re doz hatiye vekirin. Parêzerên ku diçin Îmraliyê weke 'endamên rêxistinê' tên dîtin. Lê belê di eslê xwe de em dibînin ku mafê parastinê yê mirov tê binpêkirin. Ez dubare dikim; Bi dozên ku li me tên vekirin mafê parastina Abdullah Ocalan tê binpêkirin. Ocalan kesayetek siyasî ye. Parêzerên wî diçin cem wî û gelek caran mafê parêzeriyê ji ber sedemên cuda tê astengkirin.” 
 
‘HÛN NIKARIN OCALAN CEZA BIKIN’ 
 
Dogan anî ziman ku Ocalan di nava kesayetên herî girîng ên cîhanê de cih digire û wiha got: “Parêzer çima diçin Girava Îmraliyê? Tu mirovekî digirî û dikî giravekê ku bi tenê bimîne, tu dibêjî em ê cezayê te bibirin. Hûn nikarin ji biryara dadgehê zêdetir bi cih bînin. Ji biryara dadgehê zêdetir Ocalan tê cezakirin. Têkiliya wî bi malbata wî bi parêzerên wî re nîne. Tecrîd heye. Niha mafê kesekî wiha heye ku berevaniyê bike yan na? Mafê kesekî wiha heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike yan na? Mafê parastinê ne mafekî ku di her kêliyê de bê rakirin e. Ev maf mafekî teqez û pîroz e. Ev maf nikare ji kesekî were guhertin. Lewma divê mafê parastinê bê parastin. Astengkirina çûn û hatina Îmraliyê rasterast destwerdana mafê parastina muwekîlê me ye."
 
ZILM HEYE 
 
Dogan da zanîn ku di lêpirsîn û dozgeriya Ocalan de neheqiyên ku hatine kirin dikarin wekî ders ji bo xwendekarên hiqûqê bên dayîn û got: "Em biz ilmek felaketî re rûbirû ne.” 
 
TIRYAKÎ: EZ KESÎ NAS NAKIM 
 
Pişt re şahidê dozê Erol Tiryakî yê li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 4’an a Tîpa T’yê tê ragirtin bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hat guhdarkirin. Şandeya dadgehê ji Tiryakî pirs kir ku kîjan “bersûcan” nas dike. Tiryakî diyar kir ku ew kesî ji wan nas nake. Şandeya dadgehê beyanên ku Tiryakî li ser parêzeran daye pirsî. Tiryakî vê carê diyar kir ku ew dixwaze bi kurdî parastina xwe bike. Li ser vê yekê dadgehê xwest danişînek din parastina wî were girtin. Li ser îtîraza parêzeran wergêr anîn û li Tiryakî hat guhdarkirin. 
 
KOMPLOYA EMNIYETÊ 
 
Dadgehê carek din navê parêzerên tên darizandin yek bi yek ji Tiryakî pirsî. Tiryakî carek din got ew kesî nas nake û wî derbarê beyanên jê hatine wergirtin gilî kiriye û got: “Ev komploya emniyetê ye. Min giliyê polîsan kir.” 
 
Piştî parastinan şandeya dadgehê ji bo di danişîna pêş de dîsa li Erol Tiryakî û Recep Sade yên şahid in were guhdarîkirin, danişînê taloqî 17’ê adara 2022’yan kir. 
 
 

Sernavên din

19/12/2021
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin