* Girtiyên di girtîgehên Êlihê de ragihandin ku li deverên bê kamera hatine derbkirin û lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.
* Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku di mirina girtiyên nexweş de tiliya ATK û darazê heye û got: "Girtîgeh bûne cihê mirinê. Divê guh li qîrîna ji bo edaletê ya malbatên girtiyan bê kirin."
* Girtî Aydin Çûbûkçû ku ji sedî 82 astengdar e û 30 sal in girtiye, diyar kir ku jiyana wî veguheriye îşkenceyê û li girtîgehê dermankirina wî ne pêkan e.
* Keça Ayşe Bûrûntekîn a ku di dema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da û cenzeyê wê 7 rojan li cem zarokên wê di heman odeyê de ma got: "Tişta herî zehmet jî ew bû, dema birayê min Rustem diçû pêsîra diya min vedikir û şîr dixwest."
* Sibê dê li Amedê mîtînga "Em nikarin debara xwe bikin" bê lidarxistin. Jinên sendîkayî ji bo mîtîngê bang kirin: "Em ê pirsgirêkên xwe yên jiyanî li qadan biqîrin."
* Endezyarên jin ên endamên ÎMO'ya Şaxa Îzmîrê, bi projeya "Jinên baretspî" feraseta şantiyeyên zayendparêz têk dişikînin. Di projeyê de pwerdehiya ji bo zayendiya civakî tê dayîn û tê xwestin rêjeya endezyarên jin berbiçavtir bibe û wekhev bin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 284'emîn de berdewam bike.
* Şaxên ÎHD'ê û OHD'ê yên Rihayê wê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de li Baroya Rihayê li ser tecrîdê û mafê azadbûnê panelek birêve bibin. (11.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê di roja 32'yemîn de li Baroya Amedê berdewam bike. (13.00-16.00)
* TUAY-DER wê bi dirûşma "Ji girtiyên polîtîk re azadî" wê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî bide. (14.00)