Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”

  • rojane
  • 16:20 18 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ragihand ku girtiyê nexweşê giran ê penceşêrê Yûsûf Ozmen ku rapora wî ya ji sedî 81 heye, tevî ku ji 5 nexweşxaneyan rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye jî, ji ber rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan.
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya 380’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Dermankirin maf e nikare were astengkirin girtiyên nexweş berdin” hat vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût, rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Ozmen ê li Girtîgeha Tîpa H a Erzeromê tê ragirtin, ragihand. 
 
Tûrgût, bi bîr xist ku di nava hefteyekê de girtiyên nexweş ên giran Abdulrezzak Sûyûr ê 56 salî li Girtîgeha Şakranê, Halîl Guneş jî li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest dan. 
 
‘NEXWEŞÊ PENCEŞÊRÊ’
 
Tûrgût, diyar kir ku tevî Ozmen nexweşê penceşêrê bû jî di 16’ê Sibata 2018’an de hat girtin û wiha got: “Di Adara 2017’an de hatiye hînbûn ku Ozmen bi pênceşêra testîsê ketiye û bi emelîyatê testîsa wî ya çepê hatiye wergirtin. Pişt re di Hezîrana 2017’an de dest bi tedawiya kemoterapiye kiriye û ev tedawî heta Îlona 2017’an berdewam kiriye.”
 
‘MAYÎNA WÎ YA DI GIRTÎGEHÊ DE XETEREYE’
 
Tûrgût, dazanîn ku Ozmen tevî rapora nexweşxaneyê ya “Mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye” jî nayê berdan û wiha berdewam kir: “Ligel ku Yûsûf Ozmen diyar kiriye ku tedawiyê dibîne, îhtîmala wî ya revînê nîne jî hatiye girtin û şandine Girtîgeha Îdirê. Piştî li vir 5 rojan dimîne sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatiye kirin. Dema li vir bûye her tim ji bo nexweşxaneyê dibirin Erzurumê. Nexweşxaneye Dewletê ya Panosê ji sedî 81 rapora astengdariyê dane wî. Ji ber li Panosê servîs û bijîjkê Onkolojiyê nebûne şandine Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. Dema li Erziromê jî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê rapora ‘mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye’ daye wî.”
 
RAPORA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE
 
Tûrgût, dazanîn ku Ozmen tevî ku ji 5 nexweşxaneyan rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye jî, ji ber rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan û wiha pê de çû: “Ozmen li Girtîgehên Îdir, Panos, Erzirom, Enqere û Stenbolê de bi halê xwe yê nexweş ve hatiye ragirtin. Tevî raporên nexweşxaneyan rapora ATK’ê hatiye berçav girtin. Di 13’ê Îlona 2019’an de dema girtî bû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan, lê di nava vê demê de kanser gihîşt qonaxa 4’emîn û li pişikê metastaz kir. Piştî ku hat berdan rewşa wî hinek din ber bi başiyê ve çû. Lê ji ber di Tîrmeha 2020’an de cezayê wî hat erêkirin, ketiye nav stresê. 5’ê Adarê dîsa hatiye girtin û şandine girtîgehê. Piştî hat girtin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erziromê careke din rapora ‘Mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye’ dide lê ATK cara duyemîn rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide.”
 
 
‘MAFÊ WÎ YÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN’
 
Tûrgût diyar kir ku rapora ATK'ê ya 'dikare li girtîgehê bimîne' ya tevî gelek nexweşiyên Ozmen, binpêkirina mafê wî yê jiyanê ye û xwest ku Ozmen ji bo were dermankirin demildest bê berdan. 
 
 

Sernavên din

19/12/2021
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin