Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan

  • rojane
  • 09:02 19 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Ramazan Kalkan ku ji ber îşkenceyê çavekî wî kor bûye û 3 lawên wî di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane got: "Dê ev keda me, ev tiştên hatine serê me Kurdistanê azad bikin." 
 
Ramazan Kalkan, di sala 1947'an de li gundê Barman ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Di salên 1970'yî de gotiye "Ez jî misilman im" û di nav Partiya Mîllî Selametê (MSP) de cih girtiye û demekê jî daxilî nav partiya Anavatanê (ANAP) bûye û paşê tevli Partiya Kedê ya Gal (HEP) bûye. Kalkan bi van gotinen behsa çîroka xwe ku çawa tevgera siyasî kurdî nas kiriye kir: "Rojekê min di televîzyonê de çalakiyek ku ji bo Vedat Aydin dihat kirin dît. Navê xwediyê malê Kazim bû. Min got, 'Kazim ev dibêjin kurd, Kurdistan.' Parlementerê kurd diçin Ewropayê. Wê rojê te digot qey serê min li dîwêr ketiye. Ji nişka ve şiyar bûm." 
 
‘WÊ ROJÊ TE DIGOT QEY DÎWAR HILWEŞIYAN'
 
Kalkan ku kalê wî di dema Fermana Tanzîmatê de hatiye kuştin, di salên xwe yê 20'î de jî bavê wî jiyana xwe ji dest dide û barê malbatê dikeve ser milê wî. Kalkan ku cotkarî, sewalvanî û mêşvanî kiriye, di ber karê xwe re jî karên siyasî kiriye. Gava endamê ANAP'ê bûye, çûye Enqereyê. Kalkan wiha behsa wê rêwîtiyê kir: "Min siyasetk cuda dît. Min fêm kir ku Enqereb û vira ne wekhev in." Kalkan, paşê tevli HEP'ê dibe. Ji bo vê jî got: "Wê rojê, wê kêliyê min got ez HEP'î me. Piştî wextekê çûm Stewrê. Min avahiya partiyê ya navçeyê vekir. Di sala 1991'ê de gava HEP bi SHP'ê re tevli hilbijartinê bû, axayê gund gazî min kir. Xwest raya xwe bidim ANAP'ê. Min got ez HEP'î me. Wê rojê te digot qey dîwar hilweşiyan. Yek li ber axê radibe û dibêje ez ji partiyeke din im. Ev tiştekî pir mezin bû. Paşê hilbijartin çêbû û em bi ser ketin." 
 
SERHAT KALKAN
 
Kalkan, piştî ku tevli HEP'ê dibe, pê re girtîgehê jî nas dike. Di sala 1992'yan de tevî kurê xwe Îsmet tê girtin. Gava di girtîgehê de bûye, cerdevantî li zarokên wî tê ferzkirin. Kurê wî Hasan (Serhat) ji ber zext û çewisandinan hew îdare dike û tevli PKK'ê dibe. Kalkan jî piştî 6 mehan ji girtîgehê dertê. Kurê wî Hasan jî piştî wextekê di şer de jiyana xwe ji dest dide. 
 
LI BER CERDEVANTIYÊ RABÛ
 
Piştî ev qas tiştan esker cardin jî cerdevantiyê lê ferz dikin. Kalkan got: "Fermandarê qereqolê bi eskeran re dihat. Dixwest em bibin cerdevan. Me qebûl nedikir. Diçûn û dihatin. Gotin 'ji her malê kesek.' Me qebûl nekir. Çûn hatin. Gotin, 'ji her malê sê kes.' Me ew jî qebûl nekir. Gotin, 'em ê xaniyên we bişewitînin.' Min got, 'Tu yê bişewitînî. Ez ê jî li ber rûnêm û cixara xwe bikişînim. Ez ê nehêlim kes bitefîne.' Paşê her êvar ez dixistim nezaretxaneyê." 
 
ÎŞKENCE
 
Piştî esker dev ji ferzkirina cerdevantiyê bernadin, birayê Kalkan wî bi zorê qaneh dike ku ji gund derkevin. Lê du zarokên wî li gund dimînin. Kalkan, diçe Mêrdînê û li wir dest bi cotkariyê dike. Di wê navê de cerdevan qantirê wî, kûçikê wî û şamiyên wî dikujin û kewarên wî yên mêşan belawela dikin. Di sala 1994'an de jî vê carê tevî kurê xwe Nûsret (Egîd) tê girtin û di sala 1995'an de tevî kurê xwe ji girtîgehê derkeive. Di 1995'an de davêjin ser mala wî û hewl didin wî birevînin. Di avêtina ser malê de ew û keça wî Melahat (Berîvan Sarya), kurên wî Nûsret (Egîd) û Yûsûf tên binçavkirin. Piştî hin kes dikevin navberê keça wî Melahat tê berdan, lê ew û her du kurên xwe 13 rojan tên îşkencekirin. 
 
Di îşkenceyê de çavê çepê yê Kalkan bi darikekî tê korkirin. Kalkan wiha behsa wan rojan kir: "Çavê min bi şaxekî teqandin. Ewilî dengê Yûsûf dihat. Paşê ji nişkave deng jê biriya. Nexweş bû. Min pirsî bê ka çi bûye. Gotin miriye. Min bawer nekir. Di îşkenceyê de nedihat bîra min bê çi hatiye serê Yûsûf. Hefteyek bi şûn de min dît dengê Yûsûf hat. Paşê ez û Yûsûf û Nûsret hatin girtin. Piştî 3 mehan em berdan." 
 
CARDIN GIRTÎGEH Û ÎŞKENCE
 
Kalkan piştî HEP'ê tevli Partiya Demokrasiyê (DEP), bi dû re tevli HADEP'ê dibe. Di sala 1997'an de vê carê tevî kurê xwe Davûd tê binçavkirin û di binçavan de tê îşkencekirin û tevî kurê xwe tê girtin. Kalkan û kurê xwe Davûd 6 mehan di girtîgehê de dimînin û tên berdan. Kalkan di 15'ê Sibata 1999'an de gava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê tê kirin tê binçavkirin. Kalkan ji bo wê rojê got: "Hemû kesên li partiyê birin. Tevî çayvan. Ez ji ber fitiqê nû emeliyat bûbûm. Dixwestin em ji Ocalan re bibêjin 'terorîst'. Em îlkence kirin." 
 
MELAHAT Û NÛSRET
 
Di sala 1999'an de keça wî Melahat û piştî wê jî kurê wî Nûsret tevli PKK'ê dibin. Kalkan di sala 2007'an de di avakirina MEYADER'ê de cih digire û dibe serokê wê. Di sala 2008'an de Kalkan û malbata xwe ji bo pîknîkê diçin Nisêbînê. Wê demê kurê wî Nûsret jî dixwaze wan bibîne û bê çek diçe cem malbata xwe. Lê bêyî ku bigihîje malbata xwe cendirme ji paş de bera wî didin. Ev bûyer li ber çavê malbatê diqewime. Her wiha ji ber ku Kalkan li ser kêlika kurê xwe "şehîd" nivîsiye, hatiye darizandin. Kalkan, paşê beraet kiriye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji ber ku Nûsret bi awayekî bê çek hatiey kuştin, Tirkiyeyê mehkûm kiriye. 
 
Melahat jî gava DAIŞ'ê êrişê dibe ser Kobanê, diçe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Melahat di Cotmeha 2014'an de li Hesekê jiyana xwe ji dest dide. Kalkan wiha behsa wan rojan kir: "Telefon kirin. Gotin, 'Berîvan şehîd ketiye.' Min jî got, 'Serê we sax be.' Me şîna xwe danî û paşê ez û dêya wê çûn Rojavayê. Me got ev der jî Kurdistan e, hevalên wê li vira ne û me ew li wir defin kir." 
 
Kalkan, tim bûye hedef û tevî zarokên xwe 3 caran hatiye girtin. Ji 11 zarokên wî 9 jê di dîrokên cuda de ketine girtîgehê. Kalkan ku ji salên 90'an heya niha bi dehan caran hatiye binçavkirin, di sala 2016'an de gava Rewşa Awarte hatiye îlankirin jî hatiye binçavkirin. Kalkan ku bi şertê kontrola edlîn hatiye berdan, di sala 2021'ê de cardin bûye hedefa operasyonan. Kalkan hatiye berdan, lê ji ber vê gelek caran çûye dadgehê. 
 
‘EM Ê AZAD BIBIN'
 
Kalkan tevî ev qas tiştî jî dev ji têkoşînê bernedaye û ji bo azadî û demokrasiyê çalakiyek li ku be diçe tevlê dibe. Kalkan diyar kir ku bi hêvî û bawerî têkoşîna xwe didomîne û bi vê bîr û baweriyê jî li ser pêya ye. Kalkan di dawiya axaftina xwe de got: "Min pir zehmtî kişad. Berê me xwe nas nedikir. Lê gava me ev tevger nas kir, me fêm kir ku em mirov in. Extiyarên me behsa kurd û Kurdistanê nedikirin. Lê niha cîhan kurdan nîqaş dike. Pir kêfxweş im. Dê ev keda me, ev tiştên hatine serê me Kurdistanê azad bikin. A pir çû, a hindik maye. Em ê azad bibin înşele. Belkî umrê min têr neke, lê wê zarokên me bibînin. Dê Kurdistan azad bibe. Bihêvî me. Înşele dê umrê min têr bike..."
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

19/12/2021
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin