Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere

  • rojane
  • 10:01 19 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, diyar kir ku ATK di mijara girtiyên nexweş de li gorÎ hewaya siyasî tevdigere û got ku wê têkildarî mijarê wê hewl bidin ku bi Wezareta Edaletê û partiyên li meclisê re bikevin têkiliyê.    
 
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 34'an de didome. Rexmî hemû bangên ku tên kirin jî girtiyên nexweş nayên berdan û li pey hev agahiya mirina wan ji girtîgehan tê. Di nav mehekê de girtiyên nexweş ên bi navê Bangîn Mûhammed, Abdulrezzak Sûyûr (56) Halîl Guneş û Salîh Togrûl ku di sala 2014'an de hatibû berdan jiyana xwe ji dest dan. 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, derbarê mirinên girtiyên nexweş ku li girtîgehan pêk tên û çalakiya malbatên girtiyên nexweş ku li baroyê didome de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev nirxandin kirin: 
 
"Komîsyona Girtîgehan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê bi salan e têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêmê xebatan dike. Di raporên komîsyonê de bi taybetî li ser rewşa girtiyên nexweş tê rawestandin. Di astengkirina berdana girtiyên nexweş de rola Saziya Tipa Edlî (ATK) û lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan heye. ATK û lijne raporên siyasî didin. Hê jî ATK raporên ku "dikarin li girtîgehê bimîne" didin. Ev nîşan dide ku ev ne tenê pirsgirêkeke teknîkî û hiqûqî ye. Mirinên pêk tên jî delîla vê yekê ne. Ji ber ku nayên berdan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Bi awayekî aşkera li holê ye ku ev binpêkirineke mafê jiyanê ye."
 
NOBETA EDALETÊ 
 
Ev pêvajo nîşan dide ku çalakiya li baroya me tê kirin çi qas mafdar e. Ev mirov êdî naxwazin darbestên xizmên wan ji girtîgehan derkevin. Girtiyên nexweş ên 25-30 sal in girtî ne hene û tê astegnkirin ku van mirovan dema xwe bi xizmên xwe re derbas bikin. Rola desthilat û darazê ya di vê astengkirinê de di hêla mafê mirovan de xemnak e. Bi salan e desthilat û daraz li dijî gel û siyasetmedarên kurd nêzikbûneke polîtîk nîşan didin. Îro ev hê bêtir tê dîtin. Girtiyên siyasî bi pêkanînên cihêkar re rû bi rû ne. Me gelek caran dît ku girtiyên edlî çawa hêsan tên berdan. ATK ku divê di mijara delîlan de serbixwe be lê mixabin em dibînin ku li gorî hewaya siyasî ya Tirkiyeyê tevdigere. 
 
HEWLDAN DIDOMIN
 
Çalakiyên ku li Amed û Wanê hatine destpêkirin li dijî bêhiqûqiyan "bêîtaetiya sivîl" e. Xizmên girtiyan, ji bo parastina mafê jiyanê ya xizmên xwe di nav lêgerîna edaletê de ne. Dema ku destpêkê hatin cem me, me ji wan re got ku weke Baroya Amedê tişta bikeve ser milê me em ê bikin. Di vê derbarê de hewldanên me jî çêbûn. Em bi serokên baroyên herêmê re di nav têkiliyê de ne. Amedekariyên me hene ke em bi Wezareta Edaletê û partiyên li meclisê komê wan hene re hevdîtin bikin. Hêvî dikin di demek kurt em vê pirsgirêkê çareser bikin û li şûna darbestên wan ji girtîgehan derkevin demên xwe yên dawîn bi malbatên xwe re derbas bikin."
 
MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

19/12/2021
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin