Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!

  • rojane
  • 09:11 22 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Ji ber krîza aborî mirov ji bêgavî berê xwe didin komira erzan û nebaş. Komira Şirnexê ya kaloriya wê kêm îsal cara ewil li bajarên wekî Trabzon û Tekirdagê jî hat firotin. 

Kargehên asfaltîk ên Tirkiyeyê, di sala 1978'an de ketin destê Midûriyeta Kargehên Komirê yên Tirkiyeyê (TKÎ). Di sala 2002'yan de di çarçoveya polîtîkayên hikûmetê de kargehên TKÎ'yê yên li bajarê Şirnexê hatin betalkirin. Piştî vê TKÎ'yê bi peymana rodovansê (kirêkirinê) şixulandina 63 qadên asfaltîtê da kargehên taybet. Asfaltîta ku bi piranî di fabrîkeyên tûxleyan de tê bikaranîn, kaloriya wan di navbera 3 hezar-4 hezar û nîvan de ye. Komira Şirnexê ku bi piranî di pîşesaziyê de tê bikaranîn, piştî zêdebûna kûrên dowîzan li herêmê û li çar hawirdorên Tirkiyeyê ji bo li malan bê şewitandin tê firotin. 
 
BANDORA WÊ YA LI XWEZAYÊ
 
Endezyarê Jeolojiyê Necatî Aydin, têkildarî kanên komirê yên li herêmê axivî. Aydin, da zanîn ku ev kan li navenda Şirnexê, li navçeyên wê Qileban û Silopiyayê ne. Aydin, destnîşan kir ku madena li Şirnexê "halê hişk ê petrolê' ye û ji ber ku rêjeya wê ya karbon monoksîtê pir zêde ye, li pîşesaziyê tê bikaranîn. 
 
Aydin, destnîşan kir ku tevahiya fealiyetên madenan zirarê didin hawidorê û got: "Hevsengiya xwezayê xera dibe. Kanên tên vekirin mirov dikare wan rehabîlîte bike. Piştî derxistina madenê divê li wir dar bên çandin. Lê ev tişt li herêma me nayê kirin. Bi taybetî li Silopiyayê deh salên dawî avhewa pir guheriye. Nexweşîna hilmijînê li welatiyan peyda dibe. Her wiha gava asfaltît tê şewitandin dûmana wê tevli hewayê dibe. Ev jî gava berf û abran dibarin, tevli axê dibin. Ev jî dibe sedema nexweşînine din." 
 
FIYETÊ WÊ JI SEDÎ 400 BIHA BÛYE
 
Malbata Keser, ji sala 1991'ê ve komirfiroşiyê dike. Ji ferdên malbatê Zekî Keser ê 26 salî, anî ziman ku ew madena asfaltîtê ji Şirnexê dibin Cizîrê û li wir li gor qalîteyê ji hev dineqînin. Keser, destnîşan kir ku îsal fiyet pir biha bûye. Keser, da zanîn ku asfaltîta ku ew difiroşin enerjiya wê kêm e û dûmana wê zêde ye, ji ber vê welatî komira îthal distendin lê piştî kûrên dowîzan zêde bûne êdî welatî li başbûna komirê nanêrin û asfaltîtê dikirin. Keser, diyar kir ku heya par jî tona wê bi 280 TL'yî difirotin, lê îsal li kana madenê tona wê heya 600 TL'yî jî diçe. 
 
MALIYET
 
Keser, destnîşan kir ku tona asfaltîtê li gor qalîteyê diguhere û heya hezar û 250 TL'yî jî tê firotin. Keser got: "Em li vira komirê ji hev dineqînin. Kîsên em komirê dixinê jî biha bûne. Berê me hezar kîs bi hezar û 200 TL'yî distend, niha em hezar kîsê bi 2 hezar û 600 TL'yî distînin. Par me devê kîsan bi 150 TL'yî didirût, lê îsal bûye 250. Heqdesta karkeran hezar û 200 TL bû, niha bûye hezar û 500 TL. Piştî maliyet bihabûn, fiyetê komirê jî biha bû. Par tona komira di kîsan de bi 450 TL'yî bû, lê niha bûye 950 TL. Sedem zêdebûna dolar e." 
 
NE QALÎTE ERZANÎ
 
Keser, bibîr xist ku tona komira îthal ji ber dowîzan bûye 4 hezar û 300 TL û got: "Lewma milet komira Şirnexê distîne. Êdî gel li başbûna komirê mêze nake, lie rzanbûnê mêze dike. Komira Şirnexê ji ber kaloriya wê hindik e, zû dişewite û dibe xwelî. Komira îthal baştir e, lê gel wê nastîne. Ji lew r epir biha ye. Îsal me komira Şirnexê şand Konya, Aksaray, Stenbol, Tekirdag û Trabzonê jî. Bavê min ji sala 1991'ê ve vî karî dike. Herî zêde firotiye navçeya Erxanî ya Amedê. Jê wêdetir neçûye." 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

22/12/2021
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye