Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e

  • rojane
  • 09:10 25 Kanûn 2021
  • |
img

ROBOSKÎ - Mehmet Encu yê ku çavên wî nabînin û 10 sal in doza edaletê dike got: "Vê dewletê du bira, kurek û çavekî deyndarê min e." 

Gava mirov dibêje "çavwindakirin" tu bikî nekî ewilî nedîtin tê bîra mirov. Lê ev ji bo du bavên ku di Komkujiya Roboskiyê de kurên wan hatine kuştin xwedî wateyeke pir cuda ye. Roja komkujiyê hewl dabûn bi destdanê bedenên zarokên xwe bibînin û nas bikin. Lê belê 10 sal in di bin bîr û çahlên tipîtarî yên bêedaletiyê de mane. 
 
Mehmet Encu (43), di komkujiya Roboskîyê de kurê wî Erkan Encu yê 13 salî, birayên wî Savaş (15) û Husnî Encu (43) hatine qetilkirin. Mehmet Encu di salên 1990'î de cerdevantî kiriye, lê di sala 1998'an de di dema teqîna mayinekê de her çavê wî kor bûye. 
 
Kurê wî Erkan, her tim jê re gotiye "Ez ê bixwînim û çavê te sax bikim." 
 
Erkan, hem dixwend hem jî dixebitî. Wê rojê cara ewil bû ku bi apên xwe re berê xwe daye qaçaxçîtiyê. Ev çûna wî ya ewil û dawî bûye. Bavê wî dibêje piştî wê rojê ew çavê wî yê ku hinekî didît jî hew dibîne. 
 
 
'DEWLET DEYNDARÊ MIN E' 
 
Mehmet Encu, diyar dike ku, dewlet 3 bira, zarokek û çavekî deyndarî wî ye û dibêje: "Niha 3 keçê min û 2 kurên min hene. Wê sala ku komkujiya Roboskîyê çêbû, tenê Erkanê min hebû. Piştî Erkan, zarokekî min çêbû û min navê wî kir Bariş Erkan. Wê rojê xwest ku bi her du apên xwe re biçe. Cara ewil bû diçû. Dema ku berf dibarî me nedixwest biçe heta derve jî. Di sînor de bedenên wan perçe bûn. Devlet ne yek caran sed caran deyndarê min e." 
 
WÊ HESAB BIDIN
 
Encu, bilêv dike ku birayê wî Husnu yê 9 salên wî çêbûbûn zewicîbû û zarokê wî tune tune bûn û dibêje: "Ji bo ku zarokên wî çêbibin gelek caran diçû bajaran tedawî dibû. Lê tiştek ji tedawîyê dernediket. Hê ku ev bûyer çênebû bi 3 mehan beriya wê çûbû Edeneyê. Bijîşk ji wî re gotibû hevjîna wî ducanî ye. Mixabin berê ku zarokê wî bê dinê wî jiyana xwe ji dest da. Zarokê wî yê ku çêbû jî sêwî ma. Me navê wî jî li wî kir."
 
'HATIBÛ PLANKIRIN'
 
Encu, di berdewama axaftina xwe de bilêv dike ku ew komkujî bi zanebûnî hatiye kirin û dibêje: "Ev komkujî qethiyen bi şaşitî çênebû. Çimkî berî ku komkujî çêbibe bi mehekê qereqolên li Roboskî, Bêjûh û Mergê hatin valakirin. Mehek derbas nebû ev komkujî çêbû. Di wê şeva ku komkujî çêbû de her sê rêyên ber bi sînor ve hatin girtin. Ne 38, 100 mirov jî li wir bûna wê ev komkujî pêk bianiyana. Çimkî plana wê hatibû kirin. Em biçin ku em ê vê komkujiyê bînin ziman. Helbet wê rojekê hesab bê pirsîn."
 
BI WAN ÇAVÊN XWE YÊN KOR LI CENAZEYÊ KURÊ XWE GERIYAYE
 
Abdûrrahman Encu (52) jî çavên wî nabînin. Encu, gava 40 salî bûye çavên wî kor bûne. Di komkujiyê de kurê wî yê 16 salî Bîlal tê kuştin. Encu, dema ku behsa kurê xwe dike, hêsir ji çavan dibarin. Diyar dike ku kurê wî ji bo ku pereyê emelîyeta çavên wî bide ser hev qaçaxçîtî kiriye û dibêje: "Dema ku komkujî çêbû kurê min ê 10 salî bi destê min girt û ez birim cihê bûyerê. Berf barî bû û dinya gelek sar bû. Em gelek caran ketin erdê. Çokên me hemû di nav xwînê de man. Ji ber bombardimanê gelek cenaze di bin keviran de mabûn. Li ser her cenazeyekî metreyek berf hebû. Pişt re malbatên din jî hatin hewarê û me bi hev re cenaze ji bin berfê derxistin. Ez bi destê xwe li kurê xwe geriyam. Min nas nedikir. Lê kurê min ê 10 salî birayê xwe nas kir û got, 'Bavo birayê min ev e.' Derb ji serê xwe xwaribû. Min ew xist hembêza xwe û ew maç kir." 
 
10 SAL IN NAÇE NEXWEŞXANEYÊ
 
Bav Encu, tîne zimên ku piştî qetilkirina kurê wî neçûye nexweşxaneyê û dibêje: "Zaliman nehişt ku kurê min bixwîne û min bibe nexweşxanê. Nehiştin ku alîkariya min bike. Ji wê rojê heta niha ez naçim nexweşxaneyê. Ew tişta ku kurê min dixwest pêk bîne, çênebû. Di dilê wî de ma û çû. Ji wê rojê heta îro tişta ku em dijîn êş û kul in. Em ji zarokên xwe pêvtir tiştekî din nafikirin, ji xeynî wan tiştek nayê ber çavên me. Dema ku ew roj tên ber çavên me, em rûdinên û digirîn. Em nikarin xwarinê bixwîn. Tenê tişta ku ji destê me tê, em nifiran li van zaliman bikin."
 
Abdurrahman Encu di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Kurê min ê biçûk, piştî birayê xwe di wî halî de dît hew baş bû. Carina bi şevan bi tena serê xwe derdikeve û diçe. Tendûristiya wî xirab bûye. Merhameta AKP'ê tune ye. Ev 10 sal in em doza edaletê dikin û em dibêjin bila faîl bên dîtin. Lê nayê. Em ê bimrin û biçin, lê wer xuya ye em ê failên zarokên xwe nebînin. Xwedê heqê me ji wan re nehêle." 
 
MA / Zeynep Dûrgût-Arjîn Dîlek Oncel

Sernavên din

25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir