Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!

  • rojane
  • 14:50 25 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amed, Êlihê û Îzmîrê  li aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê neviya Mehmet Ozdemîr ê windayî Bêrîvan li aqûbeta kalikê xwe pirsî û wiha bang kir: “Ez dixwazim gorek kalikê min hebe.” 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 672’yemîn de çalakî li dar xistin. Çalkiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” li Parka Koşûyolû hat lidarxistin û rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdar bûn.Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26’ê Kanûna 1997’an de li Amedê hat revandin û windakirin pirsîn. 
 
7 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar derbarê girtiyên nexweş ên li girtîgehan de daxuyanî da û destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêdetir dibin û di mehek dawî de 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Berkpinar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan û siyasetmedar Aysel Tugluk û xwest demildest werin berdan. Berkpinar da zanîn ku ew di şexsê Ozkan û Tugluk de ji bo girtiyên nexweş bang li saziyên navnetewî dikin kul i ser vê rawestin û bi lezgînî çavdêrî û kontrolê bikin. 
 
HEFT ROJ Û HEFT ŞEV
 
Berkpinar bi minasebeta salvegera Taybet Înan (Dayika Taybet) a li Sîlopiyê di serdema qedexeya derketina derve de hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma jî wiha got: “Cenazeyê Taybet Înan 7 rojan li erdê mabû. Ev di heman demê de tê wê maneyê ku rûmet û wîndanê însan 7 rojan li wê kuçeyê hat hiştin.” 
 
NAMEYA JI BO KALIKÊ XWE NIVÎSANDIBÛ XWEND 
 
Piştî Berkpinar, neviya Mehmet Ozdemîr ê winda Bêrîvan Kaya ya 12 salî nameya ku nivîsandibû xwend. Bêrîtan di nameya xwe de wiha dibêje: “Di destpêkê de ez destê wan dayikên me ku têkoşîna bila winda bên dîtin û faîl werin darzindin li gel germ, serma, baran û heriyê dane destpêkirin maçî dikim. Ev çîrok ne ya kalikê min bi tenê ye. Ev çîroka hemû bav û kalên me yên ku bûne qûrbanên cînayetên kiryar nediyar e. 
 
EM DEST JI DOZA XWE BERNEDIN
 
Çîroka me, derdê me, serpêhatiyên me hevpar in. Lê em ê dest ji hilgirtina çîrokên xwe, derdê xwe bernedin. Ez bapîrê xwe dixwazim, ez hevrêyên kalikê xwe dixwazim. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo dîtina mirî û saxên windayan bernedin. Mîna her kesî, daxwazên min hene. Dixwazim goreke bapîrê min jî hebe. Em hestiyên xwe ji we dixwazin. Ez dixwazim ji bapîrê xwe û hevalên wî re bibêjim hestî, çiqas êşê bide min jî lê dîsa dixwazim. Ez rojên ku ez li ser gora kalikê xwe rûnim û biaxivim dixwazim. Bêguman ew roj dê werin. Gelek dayikên me ji nav me barkirin û têkoşîna wan edaletê neçû serî. Ez destên we maçî dikim dayikên hêja. Bila cihên we bihişt be. Li cihê ku wan hişt em ê bidomînin. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Windabûna di girtîgehê de sûcê mirovahiyê ye. Em ê dev ji daxwaza ku kiryar bi me re rûbirû bimînin û bên darizandin, paşve neavêjin."
 
ÇÎROKA WINDAKIRINA OZDEMÎR HAT XWENDIN 
 
Pişt re jî ji parêzerên Şaxa ÎHD’ê Jiyan Ormanli jî çîrok ango serpêhatiya windakirina Mehmet Ozdemîr parve kir. Ormanli diyar kir ku Mehmet Ozdemîr di sala 1954’an de li gundê Arakî yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve hatiye dinê û zewicî û bavê 7 zarokan bûye. Ormanli da zanîn ku malbata Ozdemîr ji ber zextên dewletê di salên 90’î de bar dikin tên navenda Amedê û Ozdemîr bi karê sewalkariyê re mijûl dibe. Ormanli da zanîn ku Ormanli roja 26’ê kanûna 1997’an li Amedê dema diçe qaweyê cem hevalê xwe du kesên cilên sivîl li wan û çek di destê wan de wî ji qaweyê direvînin û dibin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin. 
Ormanli bal kişand ser doza ji bo Ozdemîr hatiye vekirin û got Miduriyeta Polîsan ewilî binçavkirina wî qebûl kiriye û pişt re jî red kiriye. Ormanli anî ziman ku tevî hemû hewldanên malbatê û doza hat vekirin jî tu agahî nehat wergirtin û ji ber li Tirkiyê doz hat redkirin malbatê di sala 1999’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê daye û di 8’ê çileya 2008’an de derbarê dozê de biryara binpêkirinê daye. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo Ozdemîr û windayan deqîqeyek rêz çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo aqûbeta windayan li ber Sumerbanka Berê ya li navçeya Konakê daxuyanî da û li aqûbeta winda Mehmet Ozdemîr pirsî. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser windakirina Mehmet Ozdemîr ê di sala 1997’an de li Amedê hat windakirin û çîroka parve kir. 
 
ÊLIH  
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 509’emîn de li serê Kolana Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya “Bila Winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Hatîce Atalay a di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê bi cînayetek kiryar nediyar hat kuştin pirsîn û çîroka kuştina wê hat parvekirin. 
 

Sernavên din

25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir