Sancar: Wê zilm biqede û edalet were

  • rojane
  • 15:47 25 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Rihayê axivî û diyar kir ku hikûmet tengav bûye û got: "Doza me ji Roboskî heta Malbata Şenyaşar, ji Komkujiya Mereşê heta gelek êşên ku hatine kişandin e tê. Em li vî welatî ji bo ku birînan bipêçin û pêşerojeke azad ava bikin hene. Ji bo pêçandina birînan jî hevrûbûn divê. Wê zilm biqede û edalet were."
  
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê, piştî mitînga "Niha Dema Edaletê ye" bi hincetên cuda hat astengkirin û du caran cih guhertin, li ber avahiya HDP’ê hevdîtina gel pêk anî. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindîr, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu, Pero Dundar, Remziye Tosun, Feleknas Uca, Nîmetullah Erdogmûş, Omer Ocalan, Nusrettîn Maçîn, Îmam Taşçier, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, nûnerên rêxistinên sivîl ên li bajêr, hevserok û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan û bi sedan kes tevlî hevdîtinê bûn.
 
 Pankartên, "Em ê edalet, aştî û azadiyê bînin", "Bila girtîgeh nebin tabût, ji girtiyên nexweş re azadî" hatin vekirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan di destpêkê de axivî û astengkirina mitîngê rexne kir û spasiya xwe ji girseyê re kir. 
 
'DENGÊ ME GIHÎŞT BI MILYONAN'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî astengkirina mîtîngê nirxand. Mîthat diyar kir ku ti hêz nikare pêşiya hevdîtina HDP'ê bi gel re bigire û got: “Ew dizanin ku ger me ev mîtîng li qadan bikira, wê bi hezaran, deh hezaran gelê me li vir bûya. Niha dengê me digihîje deh hezaran, sed hezar û mîlyonan! Em dibêjin 'Êdî dema edaletê ye, dema HDP'ê ye', heta ku em bi biryar bin û li ser rêya xwe rast bimeşin em ê bi ser kevin. Em li bajarekî wisa ne ku xedî kok, dergûşa şaristaniyan, welatê çandan, dîroka mirovahiyê ji nû ve dinivîsîne ye. Em li bajarekî ne ku çandinî, huner û gelek bedewî lê hene ne.”   Sancar diyar kir ku li Tirkiyeyê erdên herî bi bereket li Rihayê ne û wiha dewam kir: “Lê Riha yek ji bajarên ku herî zêde bêkarî û xizanî lê heye li Rihayê ye. Ev neheqiya herî mezin e, neheqiya herî mezin ji vir dest pê dike.  Riha yek ji bajarên ku herî zêde karkerên demsalî dişîne gelek deveran e. Em jî dizanin ku şert û mercên karkerên demsalî tê de dixebitin gelek zahmet in û ev bê edaletî ye.
 
DOZA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR RÛMETA VÎ WELATÎ YE  
 
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
“Ji malbata Şenyaşar Ferît li gel me ye. Dayika me Emîne nekarî were. Em di her şert û mercî de her tim li cem wan in û em bi wan re ne. Tişta ku hat serê malbata Şenyaşar, mînaka ku bêhiqûqî gihiştiye asta herî jor e. Zalimê mezin li ber çavê her kesî ye, 3 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin, her kes temaşe dike, dewlet temaşe dike, dozger jî temaşe dikin, li ser vê yekê jî êrîşî malbata me dikin. Ji neheqiyê wêdetir ev zilm e. Carekê me dest bi qîrîna edaletê kir; Bi sed hezaran û bi milyonan dê vî dengî bibihîzin. Belkî dema ewil ku rûniştin bi tenê bûn, lê niha dengê wan li hemû Tirkiyeyê belav bûye, ev doz doza me ye, ev deng dengê me ye. Doza edaletê ya malbata Şenyaşar doza rûmetê ya vî welatî ye.
 
HDP JI BO EDALETÊ HEYE 
 
 Ger hûn bipirsin ‘edalet çi ye?’, gelek cild pirtûk hatine nivîsandin, lê Dayika Emîne di van demên dawî de gotinek xweş gotiye, ‘Edalet tune be, nan jî tune ye’. Mirov çawa bêtir şirove bike. Heger li welatekî edalet tunebe, ne nan, ne aştî, ne aştî çêdibe. Ji ber vê yekê têkoşîna edaletê hem têkoşîna kar, xwarin û nan e, hem têkoşîna aştî û azadiyê ye, hem jî têkoşîna rûmetê ye. Ya ku li malbata Şenyaşar hat kirin, li me hemûyan hat kirin. Heta ku em bêdeng bin em ê hemû rastî vê neheqiyê bên. Em bi biryar in, em ê dev ji vê berdin. Ji ber vê yekê HDP heye, HDP heye ku li vî welatî bi hemû gelan re edalet pêk were. Ji ber vê yekê çewisandin çiqas mezin bibe, têkoşîn jî ewqasî mezin dibe. Desthilatdariya ku zilm û zordariya wî zêde bibe, teqez wê bikeve, lê ji bo ev pêk were, ji bo ev kêmbûn pêk were têkoşînek bi biryar pêwîst e. Em li ser vê rêyê ne, em di têkoşîna edaletê de ne û em bi biryar in ku heta dawiyê bimeşin. 
 
EM Ê AZADIYÊ BÎNIN  
 
 Li girtîgehan çewisandin didome. Zîndan veguherandine malên mirinê, tecrîd veguherandine pergala rêveberiya vî welatî. Hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî mirin û darvekirinên li girtîgehan em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Weke ku hûn jî dizanin girtiyên nexweş tevî hemû raporan nayên berdan. Di meha dawî de 7 cenaze derketin. Ev bi rastî pêkanîna cezayê darvekirinê ye, ev înfazeke derveyî hiqûqê ye, lîstikeke tolhildanê ya qirêj e. Niha em ji bo hevala Aysel Tûglûk û ji bo hemû girtiyên nexweş re dibêjin dem dema edaletê ye, em ê ji bo wan edaletê biqîrin û teqez em ê azadiyê bînin van xakan. 
 
YÊ KU FERMANA ROBOSKÎ DA EW KES KUJER E 
 
  Em di salvegera komkujiyeke bi xwîn de ne ku têkoşîna edaletê didome. 28’ê kanûnê 10’emîn salvegera Roboskî ye. Li Roboskî 17 jê zarok 34 jiyana xwe ji dest dan, li vî welatî her cure neheqî hatiye jiyîn. Aşkerenekirina bersûc tê wateya şirîkê yên ku ferman dane kiryaran. Kî bombe avêtiye li Roboskî ew kes kujer e, lê yên ku fermana kuştina wan kesan dane, yên ku nehiştine ku ev kesî ku ferman dane eşkere bibe û yên ku hesabê wê qetlîamê asteng kirine jî hevkar in. Têkoşîna edaletê li hemberî hemû sûcdar û hevkaran têkoşîneke mezin e. Ji Roboskî heta malbata Şenyaşar, ji Komkujiya Mereşê heta gelek êşên ku li vî welatî hatine kişandin, doza me doza edaletê ye. Em li vî welatî ji bo dermankirina birînan û avakirina paşerojê li ser azadî û aştiyê hene û ji bo dermankirina birînan em ê li ber xwe bidin. Rûbirûbûn tê wateya gihandina çavkaniya van êşan, lêpirsîna têgihîştina ku vê pergalê dixebitîne û mezin dike. Bêyî ku van hemûyan li ber çavan bigirin û bi wan re rû bi rû nebin, avakirina siberoja vî welatî li ser aştî û demokrasiyê ne pêkan e. Dema ku em dibêjin em ê hesab ji wan bipirsin, em dixwazin vê zîhniyeta vê sîstemê ji holê rakin da ku hemû birînên xwe derman bikin, lê erka me ye ku hem ji qatil û hem jî yê fermana komkujiyê dane li pêşberî darazê hesab bipirsin. Helbet em ê jî li pey vê yekê bin. Dema em aştiyeke mezin bînin wê edalet jî pêk were, demokrasî pêk were, edalet û azadî pêk were. Hesabê Garîbe Gezerê bê pirsin û xewn û xeyalên Denîz Poyraz dê pêk bên.
   
HDP KABÛSA ÎQTIDARÊ YE 
 
Modela aboriyê ya ku tînin pêşberî me û daketina dowîzê jî wek serfiraziyek nîşan didin. Têkoşîna me ya li dijî vê neheqiyê wê her ku diçe mezin bibe. Heya ku ev hikûmet zilma xwe bidomîne, wê HDP’a berxwedêr û têkoşîna hevpar a gelan bibîne. HDP kabûsa vê hikûmetê ye. Ji ber vê yekê her roj em rastî operasyonan tên, binçavkirin, girtin, doz li me tên vekirin, hevdîtinên me tên astengkirin; lê tu hêz nikare me ji meşa me ya edalet, aştî û azadiyê bigre. Em dimeşin, em ê mezintir bibin. Em ê ji bo edalet, aştî û demokrasiyê li vî welatî bibin pêşeng! Ger di vê hikûmetê de zilm hebe, îradeya me ya têkoşînê jî heye. Dê zilm bi dawî bibe, edalet derkeve! 
 
ÊDÎ DEMA HDP’Ê YE 
 
 Ma hûn dizanin ew piraniya çavkaniyên vî welatî li ku derê xerc dikin? Polîtîkayên şer. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ji bo zêdekirina refaha li vî welatî, bi lezgînî  pêwîst e. Hikûmetên ku rê li ber çareseriya demokratîk digirin, wê bi dawî bibin, lê wê zirareke mezin bidin vî welatî. Li vir em weke HDP’ê ji bo hemû pirsgirêkên din ên edaletê bi taybetî jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di rê de ne. Em hene ji bo aştî û demokrasiyê bînin vî welatî, ji bo ku edaletê pêk bînin aştiyeke mezin pêk bînin. Ne tenê ev welat, ev aştî ancax bi hevpariya wekhev a gelan, aştî, demokrasî û edaletê pêk tê. Lewma êdî dema HDP’ê ye. Bi fikir û têkoşîna HDP’ê wê aştî li vî welatî, Rojhilata Navîn an jî li vê herêmê pêk were. Em vê yekê dizanin, em pê bawer in, Riha xwe amade dike ku mînaka vê ya herî mezin bide. Bêdengiya wî ji ber wê sebra ku ji pêxember Eyûb wergirtiye. Lê îradeya wî di heman demê de ji bêhejmar hêmanên têkoşînê yên ku li van xakan mezin bûne jî îlham girtiye.
 
EV ÎQTIDAR WÊ WINDA BIKE, EM Ê BI SER BIKEVIN
 
 Em hezar rehmet û hesreta rêhevalê xwe yê hêja Îbrahîm Ayhan dişînin. Silav li hemû hevalên ku me di vê têkoşînê de winda kirin, ji hemû kesên dîl hatin girtin û sirgûn kirin. Ev neheqî û zilm wê hesab bê pirsîn. Em soz didin ku em ê di azadiyê de bi hevalên rehîn, bi rêhevalên li sirgûnê re hevdîtinê bikin. Aştî û demokrasî nêzî hev in, heta em di vê rêyê de bimeşin dudilî nebin. Werin em bi biryardarî rêya xwe bimeşin. Werin em baweriya xwe zindî bihêlin. Zalim wê winda bike, edalet bi ser bikeve. Divê kes ji vê gumanê neke, ev hikûmet wê winda bike, em ê bi ser bikevin." 
 
Hevdîtina gel bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.  
 

Sernavên din

25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir