STENBOL - Serdozgeriya Komarê bi hêceta “li dijî ûsûl û qanûnê ye” îtîrazî biryara beratê ya nûçegihanê me Mehmet Aslan ê ji ber nûçeyên çêkiribûn hatibû girtin, kir.
Nûçegihanê ajansa me Mehme Aslan ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtina li gel çavkaniyên nûçeyan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “girseyan rakiriye ser pêyan” 5 meh girtî hatibû darizandin. Aslan di 26’ê gulanê de di danişîna ewil de hatibû berdan. Di danişîna 16’ê Kanûnê hatibû dîtin de dozgeriyê daxwaza beratê kiribû û dadgehê jî derbarê Aslan de bi yek dengî biryara beraetê dabû.
Serdozgeriya Komarê îdia kir ku biryara hatiye dayîn li dijî ûsûl û kanûna ye û îtîrazî biryara beraetê kir.