STENBOL – Hat hînbûn ku kesê bi çek û kêran êriş biriye ser avahiya HDP'a Bahçelîevlerê Mûhammed Eren Sutçu ye.
Navê ku kesê ku bi çek û kêran êriş bir ser avahiya HDP'a Bahçelîevler a Stenbolê û endamên partiyê Ramazan Dîşari û Azîz Şîmşek birîndar kir diyar bû. Hat hînbûn ku yê êriş biriya ser avahiya partiyê Mûhammed Eren Sutçu ye. Sutçu ji Rîzeyê ye.
Sutçu piştî êrişê reviyabû û ketibû firinekê. Paşê polîsan ew ji cihê bûyerê girtibû û biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Hê îfadeya êrişka rnehatiye girtin.