* Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi daxwaza tedbîrê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de.
* Şukru Dalgiç, ragihand ku ji ber krîza aborî hejmara nanê tenûrê kêm kirine û got: "Ji ber zemên tên kirin tu tahm nemaye."
* Sekreterê TÛAY-DER'ê yê Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku armanca tahdeya li girtiyan tê kirin dîzaynkirina civakê ye. Altûntaş, destnîşan kir ku heya tecrîd bi dawî nebe dê tu pirsgirêk çareseser nebin.
* Hevserokê TÛAY-DER a Amedê Mehmet Emîn Guzel, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û xwest piştgiriya qîrîna ji bo edaletê ya li dijî tecrîdê bê kirin.
* Vedat Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, ji zarokatiya xwe ve serî li ber zext û zoriyan etwandiye û li dor têkoşînê bûye xelek û berê xwe daye çiyê. Dêya wî got: "Ew lehengek bû."
* Parêzer Serdar Çelebî, ragihand ku bi hinceta dikare biçe bi telefonê re biaxive rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî û got: "Qet nebe divê wextê xwe yê dawî li cem malbata xwe derbas bike. Ev meseleyeke mirovî û wijdanî ye."
* Huseyîn Bîlge dema xwendekar e tê girtin, piştî 30 salan gihîşt azadiya xwe. Bîlge wiha dibêje, “Dibe ku tu bi awayek bedenî zoriyan bikişînî lê belê tu bi ruh û fikrên xwe li ber xwe bidî, tu yê li ser piya bimînî. Bi îradeyê dikarî li ser pêya bimînî.”
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 296'emîn de berdewam bike.
* Danişîna ewil a doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer wê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê were lidarxistin. Beriya danişînê wê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li ber edliyê daxuyanî were dayîn. (09.30)
* Wê li gelek navendan rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan dê têkildarî êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlera Stenbolê daxuyanî bidin. (11.00)
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê wê li Wanê beşdarî kongreya MEBYA-DER'ê bibe. (11.00)
* Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê bi armanca balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wê li Parka Zarokên Azad daxuyanî bidin. (13.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê wê berdewam bikin. (13.00-16.00)