Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî

  • rojane
  • 10:14 29 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Huseyîn Bîlge dema xwendekar e tê girtin, piştî 30 salan gihîşt azadiya xwe. Bîlge wiha dibêje, “Dibe ku tu bi awayek bedenî zoriyan bikişînî lê belê tu bi ruh û fikrên xwe li ber xwe bidî, tu yê li ser piya bimînî. Bi berxwedanê dikarî li ser pêya bimînî.” 
 
Huseyîn Bîlge 30 salan di girtîgehê da ma. Ji Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa T’yê di 23’ê kanûnê de hat berdan. Wextê ku Bîlge tê girtin xwendekar e û ew 23 salî ye. Li Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê dixwîne û di sala 1991’an de bi îdiaya “li ser navê PKK’ê xebat kiriye” ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve tê girtin û pişt re tê darizandin. Di darizandinê de cezayê muebetê lê tê birîn. 
 
Di van 30 salên girtî de li 8 girtîgehên cuda girtî maye û piştî hat berdan hat navçeya Qoserê ya Mêrdînê gel malbata xwe.
 
 
MALA KU LÊ MEZIN BÛYE DI QEDEXEYÊ DE HATIYE HILWEŞANDIN 
 
Wextê ku Bîlge tê girtin mala wan li taxa Kanîka ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye. Mala wan di qedexeya derketina derve ya sala 2016’an de tê hilweşandin. Li şûna mala wan avahiyên TOKÎ’yê tên çêkirin. Malbat wan avahiyan red dike û diçe li navçeya Qoserê bicih dibe. Bîlge li mal3e mêvanên xwe pêşwazî dike. Herî zêde pirsa ji Bîlge tê kirin, pirsa, ‘Di van 30 salan de li gorî te li derve çi guheriye û çi neguheriye’ tê kirin. Bîlge dibêje herî zêde bala wî wê yekê dikişîne ku însan zêde xwe nêzî telefonê kirine û bûne meraqdarê teknolojiyê. Bîlge bi bîr dixe herî zêde Aram Akyuz ê ku di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest daye, qewimandinên di serdema qedexeya Nisêbînê de û êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê herî zêde wî êşandin e. 
 
Aram Akyuz di adara sala 2014’an de li Girtîgeha Kirikkaleyê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dabû û ew bi nivîsandina strana “Gula min” a ji aliyê Koma Çiya ve hatiye strîn tê nasîn. Akyuz û Bîlge hevalên hev bûne. Akyuz jî ji navçeya Nisêbînê bû. 
 
Bîlge derbarê girtina xwe ya 30 salan ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û bi kurtasî van 30 salan wiha pênase dike, “Em evîndarên axa xwe bûn. Em sempatîzanê axa xwe bûn. Me xwe nû nas dikir. Lê belê nehiştin em xwe nas bikin. Me avêtin zindanê.” 
 
MIROV DIŞIBIN AXA XWE 
 
Bîlge destnîşan kir ku ev erdnîgarî bi dar û ber, kevir û berê xwe, av û hewaya xwe bandor li ser mirovan dike û got: “Însan dişibe welat û axa xwe. Welatê mirov, şerê mirov, evîna mirov bandorê li ser însan dike. Însan wek darekê ye. Dar çawa şîn bibe û çawa mezin bibe mirov jî wisa mezin dibe. Ji wê darê ba jî û fitûne jî radibe û av jî wê jê biherike. Em jî wisa ne. Li ser vê erdnîgariya me tu demê ne ba û ne jî firtûne kêm nebû. Vî bayî û vê firtûnê bandora xwe li ser me kir. Em jî bi vê bandorê mezin bûn lê em evîndarê axa xwe bûn. Em sempatîzanê axa xwe bûn. Me xwe nû nû nas dikir. Lê nehiştin em xwe nas bikin. Me avêtin zindanê. Dibêjin, ‘salên bi agir ên welat salên 90’î bûn’. Serdemek şewitandinê, îşkence, valakirina gundan, kiryarên nediyar û her tişt diqewimî bû.” 
 
11 SAL DI TÎPÊN F DE MAYE 
 
Bîlge destnîşan kir ku ew di 7’ê çileya sala 1991’an de hatiye girtin û wiha got: “Ez ji wê rojê ve di zindanê de bûm. Ez li 8 zindanan mam. Li ber hinek hevalan dîsa ez pir kêm gerandin. Girtina min ji Girtîgeha Sagmacilar a Stenbolê dest pêkir. Pişt re li girtîgehên wek Bayrampaşa, Yozgat, Sîncan, Kirikkale, Siwêreg, Hîlwan, Xarpêt û Tekîrdagê mam. Piştî cezayê min hat erêkirin, min şandin girtîgeha Yozgatê. Wê demê Yozgat cihê sirgûnê bû. Ez 10 sal li girtîgeha Yozgatê mam. Pişt re min şandin Girtîgeha Sîncana Enqereyê. Wê çaxê girtîgehên Tîpa F nû dest pê kiribûn. Girtiyên PKK’ê bi hev re şandin. Pişt re jî min sirgûnî Kirikkaleyê kirin. Ew jî Tîpa F bû. 11 salên min li girtîgehên Tîpa F derbas bûn.” 
 
 
PIŞTÎ 24 SALAN DAXWAZA WÎ TÊ PEJIRANDIN 
 
Bîlge anî ziman ku her tim xwestiye wî sewqî girtîgeheke nêzî xaka xwe û malbata xwe bikin û wiha dewam kir: “Ya herî zehmet ji bo girtiyan dûrbûna malbata wan e. Wan ji me bêtir zehmetiyan dikişand. Bi rastî jî yên ku herî zêde zirarê dibînin malbatên me ne. Min pir dixwest ku ez di girtîgehek nêzî malbat, ax û hezkiriyên xwe bim. Lê belê wan min neşand. Min ji bo vê yekê gelek daxwazname nivîsandin, lê piştî 24 salan hat qebûlkirin û ez matmayî mam. Min şandin Girtîgeha Siwêregê. Bi vî awayî ez hatim welatê xwe. Lê li vir jî zêde xwe negirtin. Ji wir jî gotin dê li Hîlwanê girtîgeheke nû bê vekirin û sirgûnê wê kirin. Ez 2 mehan nemam vê carê sirgûnî Xarpêtê kirin. Li Xarpêtê jî wekî her girtîgehê zext hatin kirin. Em li dijî derketin. Yek ji wan yek ji me û lê dîsa xwe ranegirtin û min şandin Tekîrdagê. Ez 4 sal û nîv li Tekîrdagê mam û hatim tahliyekirin.”
 
GIRTÎGEH QADÊN TÊKOŞÎNÊ NE 
 
Bîlge da zanîn ku girtîgeh çawa di dîrokê de wek cihên berxwedan û têkoşînê tên zanîn ji bo gelê kurd û dîroka têkoşîna gelê kurd jî wek cihê berxwedan û têkoşînê tê zanîn û got: “Dema meriv behsa girtîgehan bike, serdema 12’ê Îlonê qewimandinên li Zindana Amedê tên bîra mirov. Mirov şerm dike behs bike. Demên dijwar bûn. Dema Mezlûman bû. Yanî tiştên hatine serê me li qewimandinên Zindana Amedê ne tu tiştek e. Ez şerm dikim miqayeseyî hev jî bikim. Bêguman zilmê dikin, neheqiyê dikin. Hevalên me ku şehîd ketin jî hene. A rast dema girtiyan bêtir di greva birçîbûnê de derbas dibe. Lê ev der jî qadek têkoşînê ye. Çimkî însan nikare xwe dûrî civakê bigire. Dibe em di nava çar dîwaran de bin, lê em parçeyek civakê ne. Girtî wisa tevger dikin. Her çiqas me biavêjin bîrek bêbinî jî hiş û dilê me bi civakê re ye. Êş û kêfxweşiya me bi hev re bû. Dema meriv bi gelê xwe re be însan dikare xwe li ser pêya bigire.” 
 
TIŞTÊN QEWIMÎNE Û DÎROK 
 
Bîlge bal kişand ser girîngiya girtiyek xwe çawa dikare li ser pêya bigire û wiha axivî: “Tiştên qewimîne û dîrokek me heye. Tecrûbeyek me mezin heye. Lehengiyên bi heybet hene. Yên ku ketine bin pêya jî hene. Heke armancek însan û ji bo jiyanê armancek mirovan hebe, dikare her cûre dijwarî û tahdeyê têk bibe. Divê doza însanan hebe. Çimkî ya ku însanan li ser pêya digire ev e. Yanî ya ku me li ser pêya digirt û digire têkoşîna me ya mafdar e. Çi dibe bila bibe, dixwazî bila ev agir di dilê te de be, bila êriş û zorî jî hebe tu dîsa xwe wî ruhê xwe yê têkoşer li ber xwe didî û xwe li ser pêya digirî. Dibe ku meriv bi awayek bedenî zoriyan bikişîne. Ev dibe hebe lê belê tu bi ruh, can û fikrên xwe li ber xwe didî û xwe li ser pêya digirî. Dikarî bi îradeyek berxwedêr li ser pêya bimînî. Heke ez li ser pêya mabim, ev ji bo min rûmetek mezin e. Me gelek hevalên nirx û delal winda kirin û bûn bedel. Lê armanc û çîrokek hemûyan hebû. Ji ber ku ruh û canê me bi gelê me re bû, em li ser pêya man. Heta ku ev rih zindî û şîn be em ê li ser pêya bimînin.” 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Bîlge destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka herî mezin a li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş e û wiha got: “Li girtîgehan derfeta tedawîkirinê tune ye. Ez nabêjim qet li girtiyên nexweş nanêrin lê bi ser re tên tedawîkirin. Îhtiyaca wan bi tedawiyek dûr û dirêj heye. Tedawiya li girtîgehan tê kirin ne çare ye. Divê her tim muayene û kontrola wan were kirin. Tu dibêjî guhê min dêşe, damleyek didin te û te dişînin. Bi salan girtiyên nexweş bernadin û ji mirina wan re çend meh dimîne wan berdidin. Ew jî ji ber ku dizanin wê jiyana xwe ji dest bidin berdidin. Divê demildest hevalên me yên nexweş berdin. Heke Tirkiye dibêje, ‘qanûnên min hene’ divê wê çaxê qanûnên xwe bidin şixûlandin. Her roj derdikevin pesnê dewleta xwe didin. Heke hûn pesnê wê bidin divê hûn hevalên nexweş berdin. Jixwe ragirtina mirovan ewqas dirêj li girtîgehan dijhiqûqî ye. Hiqûqa dijmin li hemberî girtiyan didin şixûlandin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

29/12/2021
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN