Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir

  • rojane
  • 16:12 31 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Zimanê Kurdî, bi daxuyaniyekê sala nû pîroz kir û xwest ku kurd bi kurdî sala nû pîroz bikin. 
 
Platforma Zimanê Kurdî, daxuyaniyek nivîskî da û sala nû pîroz kir. Platformê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi salên derbas dibin re pirsgirêkên kurdan ên ziman, çand û nasnameyê jî her sal girantir dibin û wiha got: "Pirsa ziman û nasnameya kurdan li welatê me îro bûye pirsa man û neman e. Ji bona ku hişmendî û hestyarîya zimanê kurdî bilind bibe, geş bibe û bibe beşek ji nasnama kurdan, em bangî hemû kurdan dikin; bi mebesta pîrozkirina sersala 2022'an a miladî bila her malbateke kurd bi kêmasî ferhengeke kurdî, romaneke kurdî, pirtûkeke helbest û çîrokên kurdî, lêkolînên zanistî û dîroka kurdî di mala xwe de vehewînin."
 
Her wiha paltformê, di daxuyaniya xwe de xwest ku kurd bi kurdî sala nû pîroz bikin. 
 
PIRSA MAN Û NEMANÊ
 
Daxuyaniya platformê bi tevahî wiha ye:
 
"Platforma Zimanê Kurdî sersala Miladî ya hemû Kurdan pîroz dike. Em baş dizanin ku Gelê Kurd heta nuha sersala Rûmî ji pirozkirine. Dîsa tê zanîn ku hemû kes, komik, gel û netewên li Dinyayê sersala xwe li gorî daxwaz û bendemayên xwe pîroz dikin, ew jî weke her sal e. Dîyarê ku sersal pîroz kirin bûye weke kevneşopîyekê û her sal dubara dibe. Ew jî dîsa weke her car e. Mebesta vê pîrozkirinê her tim bi daxwaza aşîtî, bextewarî, dadwerî, aramî û kêfxweşîyê bi dawî dibe lê daxwazên ku tên pêşkêşkirin û rastiyên civakan qet li hevdû nakin. Bi taybet ji bona miletê Kurd ev daxwaz û bendemayên Kurdan heta nûha bicîh nehatine. Sersal ji her gav xwe weke salên berê dubare dike û pirsgirêkên Kurdan yên ziman, kultur û nasnamê jî her sal girantir dibin. Pirsa ziman û nasnama Kurdan li welatê me îro bûye pirsa man û neman e.
 
KAMPANYA ÎMZEYAN 
 
Platforma Zimanê Kurdi, ji bona ku zimanê Kurdi (Kurmancî û Kırdkî) bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî kampanyayekî îmzeyan destpêkirîye. Di 21 ê Sibata 2021 an de Platforma Ziman û Tora Ziman kampanya îmzeyan destpêkir û me xwest ku em kampanya xwe di 21 ê Sibata 2022 an de bi dawî bînin. Me bi biryardarî dixwest ku di hundirê wê dema dîyarkirî de Kurd pirsgirêkên zimanê Kurdî di nava civaka xwe de baş niqaş bikin, fikir û ramanên xwe pêşbixin û girêdana xwe bi zimanê Kurdi re hîna xurtir bikin. Armanca me ev bû. Lê em baş dizanin ku pirsgirêkên zimanê Kurdî têra xwe di nava salekê de nikarin werin çareser kirin. Em vê yekê baş dizanin û xebata xwe jî li gorî vê rastîyê dimeşînin. Ji ber vê yekê jî xebata Platforma Zimanê Kurdî, heta ku em bigîhêjin armanca xwe wê her berdewam be. 
 
BILA DIYARIYÊN WE PIRTÛKÊN KURDÎ BIN
 
Ji bona ku hişmendî û hestyarîya zimanê Kurdî bilind bibe, geş bibe û bibe beşek ji nasnama Kurdan, em bangî hemû Kurdan dikin; bi mebesta pîrozkirina sersala 2022 an ya Miladî de bila her malbateke Kurd bi kêmasî ferhengeke Kurdî, romaneke Kurdî, pirtûkeke helbest û çîrokên Kurdî, lêkolînên zanistî û dîroka Kurdî di mala xwe de vehewînin. Bila di pirtûkxana malbatên Kurdan de tekez pirtûkên Kurdî hebin. Bila şênber li ber çavê mezin û biçûkan pirtûkên Kurdî hebin. Bila her kesekî Kurd malperekê, ajansekê, kanalekê an ji rojnameyekê Kurdî bişopîne. Bila zarokên ku ji sersala 2022 û pêde ji dayîkên xwe re çêbûnê, navên wana bi Kurdî bin. Bila bi kêmasî her Kurdek çend gotinên pêşîyên Kurdan di nava axavtinên xwe de bi kar bînin. Weke; “Mala Kurdan dişewitî, ciranên wana ji serûpêyên xwe li ber dikizirandan!” Weke;”Hesp dibez e lê siwarê hespê pesnê xwe dide!” ûhw. Bila xelatên we yên sersalê ji heval û dostan re pirtûkên Kurdî bin. Xwe tekez fêrî qerf û henekên Kurdî bikin. Stranekê Kurdî jiber bikin, li filmeke Kurdî temaşe bikin. Sersala hevdû bi Kurdî pîroz bikin, ûhw. Wexta ku hûn gava pêşî di pirsa zimanê Kurdî de bi avêjin gava diduyan tekez bidûv de tê. Wexta ku hûn di elfabeyê de fêrî tîpa A bûn, wê tîpa B tekez bi dûv de were. Dîsa weke ku tê zanîn; bazdana helî dirêj jî, pêşî bi gavekê dest pê dike!
 
Kurdino! Weke her sal, sersala we pîroz be lê bila Zimanê Kurdî ji malbata we qet bidûr nekeve! Ji ber ku zimanê Kurdî hebûn û rûmeta Kurda ye, ronîya çavê me ye, taca serê Kurda ye. Bi dildarî û baldarî li zimanê Kurdî miqatebin, zimanê Kurdî bikin beşek jî nasname û jiyana xwe!"
 

Sernavên din

01/01/2022
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin
15:41 Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
15:33 Forûma Çandê ya Almanyayê ji bo Tûglûk kampanya da destpêkirin
14:32 MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin
14:32 Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye
14:16 Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim
13:22 Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
13:14 4 girtî hatin sewqkirin
12:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:44 Kepçe ketin Birca Belek
11:56 Li Wargeha Xwendekarên Mêr a Çewligê mirina biguman
11:49 Nebûna ceyranê bû sedema mirina zarokekî din jî
10:39 Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin
09:58 Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin
09:11 Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!
09:07 Wezareta Dadê serlêdana ji bo Ocalan nebersivand
09:06 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin
09:05 Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
08:14 12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand
14:10 Di Doza Kobanê ku parêzer tevlî nebûn de gazinker hat guhdarkirin
14:05 Parlementerê Danîmarkayî: Em ê doza Poyrazê bibin Konseya Ewropayê
13:32 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:31 Serdar Îzol: Bi kuştinê gef li min xwarin
13:13 Egîtîm Senê serdana malbata Şenyaşar kir
12:49 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:20 Malbata Şenyaşar: Kesên bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne
12:20 Bîlançoya salekê ya êrişên Tirkiyeyê
11:36 Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in
11:31 Dest û lingên girtî girêdan û lêgerîna tazî lê kirin
11:13 Jeffrey: Komên girêdayî Tirkiyeyê sûcên şer kirin
11:06 Ji gardiyanan ji bo girtî: Edalet heye ku mafê te hebe
11:05 Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan
09:53 Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin
09:13 Çekên kîmyewî tên bincilkirin
09:13 ‘Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin'
09:13 Ormanli: Divê li girtîgehan desteyên serbixwe bên avakirin
09:12 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê tevbigere!
09:12 Bi kuştinê gef li girtiyê ku binpêkirinên li girtîgehê ragihandin xwarin
09:12 Parêzerên Ocalan li HSK'ê giliyê dadger û dozgeran kirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2021'Ê
29/12/2021
17:49 Danişîna doza Denîz Poyraz taloq kirin
17:13 Doza Denîz Poyraz: Kesê bi kujer re çûye hotêlê li Enqereyê polîstiyê dike
17:12 Qeyûm navê Parka Vedat Aydin guherand
16:41 Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar Sutçu
16:41 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtiyên nexweş berdin
15:53 Berteka li dijî êrişa li ser HDP'ê: Çi dikin bila bikin çûndox in
15:52 Leşkerên li Sûriyê li kujer Gencer geriyan e!
15:41 Nobeta Edaletê di roja 44’emîn de ye
15:35 Ji bo kujerê li Suriyeyê hat perwerdekirin biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin