* Behiye Nayir ku têkoşîna keça xwe Pakîze Nayir vegot, diyar kir ku piştî kuştina keça xwe tekoşîna wê dewr girtiye û ev tişt got: "Di beşdarbûna min a xebatên partiyê de roleke mezin a Pakîze heye." Hevalên Pakîze jî destnîşan kirin ku piştî kuştina wê gelek kesan daye ser rêya wê û tevlî xebatên partiye bûne.
* Parêzer Firat Epozdemîr, doznameya ku derbarê endamên DÎAYDER'ê de hatiye amadekirin weke "buxtanname" pênase kir û diyar kir ku wê giliya çapameniya alîgir ku bandor li pêvajoya darizandinê dike bikin.
* Li Sûrê, avahiyên bi tîpa sûr ku beriya niha me wan ji hewa ve kişandibû vê carê jî me nav wan kişand.
* Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê di roja 301'emîn de didomîne.
* TUÎK, wê daneyên enflasyonê yên meha kanûnê ya sala 2021'an û enflasyona salê aşkera bike. (10.00)
* Koordînasyona TOMBB'ê ya Bajar a Amedê, wê derbarê avahiyên qaçax ên bajar de li Odeya Avahîsazan a Amedê daxuyanî bide. (12.30)
* Nobetên ku xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin li baroyên Amed û Wanê dane destpekirin wê bidomin. (13.00-16.00)