Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir

  • jin
  • 09:11 3 Çile 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Behiye Nayir ku têkoşîna keça xwe Pakîze Nayir vegot, diyar kir ku piştî kuştina keça xwe tekoşîna wê dewr girtiye û ev tişt got: "Di beşdarbûna min a xebatên partiyê de roleke mezin a Pakîze heye." Hevalên Pakîze jî destnîşan kirin ku piştî kuştina wê gelek kesan daye ser rêya wê û tevlî xebatên partiye bûne. 
 
Di sala 2015'an de piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê desthilata AKP'ê ve li dijî kurdan "Plana Çok Şikandinê" kir meriyetê. Di çarçoveyê vê planê de bi hinceta serhildanên li bajaran qedexeyên derketina derve hatin ragihandin û gelek êrişên dijwar pêk hatin. Di van êrişên ku heta havîna sala 2016'an berdewam kirin de gelek navçe û bajar hatin hilweşandin û gelek kes jî hatin kuştin. Di van êrişan de hêzên dewletê gelek kesên sivîl ku siyasetê dikirin jî kirin hedef û wan kuştin.
 
Yek ji van navçeyên ku qedexeya derketina derve lê hat îlankirin û şer hat kirin navçeya Silopiya ya Şirnexê bû. Di 4'ê çileya 2016'an de li navçeyê hêzên dewletê êrişî Endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dixwestin ji gel re alîkarî bibin kirin û ew kuştin. Dayika Nayir Behiye Nayir û hevala wê Fehîme Saruhan û Asuman Kulter bi munasebeta salvegera kuştina wê behsa têkoşîna Nayir kirin.
 
Pakîze Nayir di sala 1990'î de li gundê Ziristan ê Silopiyayê ji dayik dibe û piştî demekê bi malbata xwe re koçî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dike. Dema ku Nayir dibe 6 salî malbata wê careke din vedigere navenda Silopiyayê. Piştî ku bi salan li bajarên Tirkiyeyê karkeriya demsalî dike Nayir li taxa xwe dest bi karê kûaforiyê dike. Nayir ji aliyekê ve vî karê xwe didomîne û ji aliyekê ve jî tevlî nav xebatên partiya siyasî dibe. Ji ber nasnameya xwe ya esnafî û siyasî li navçeyê gelek tê nasîn û qebûlkirin. 
 
'GER BOTAN BI SERKEVE WÊ MIROVAHÎ BI SERKEVE' 
 
Nayir, dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê tevlî bernameyeke televîzyonê dibe û bi van gotinan balê dikêşîne ser berxwedana gelê Botanê: "Li ser gelê Botanê qirkirin tê ferzkirin. Ger îro dengê me neyê bihîstin, dibe ku sibe pir dereng be. Ez bang li dewletê dikim, hişê xwe bîne serê xwe.  Xwerêvebirin û xweparastin mafê me yên herî bingehîn e û em dev ji vî mafê xwe bernadin. Di tu qanûn û bawerîyan de êrîşeke bi vî rengî ya hovane nîne. Ez bang li her derê dikim. Vê hawarê bibihîzin, sibê dibe ku pir dereng be. Bawer bikin ger Botan bi ser bikeve wê hemû mirovahî bi ser bikeve."
 
'ROLA PAKÎZE MEZIN E'
 
Behiye Nayir jî destnîşan kir ku keça wê bi êrîşên ser Kobanê re bêhtir tevlî çalakiyan bûye û wiha got: "Pakîze heta pola 5'an xwend û piştre Quran dixwend. Ji bo dîn fêm bike beşdarî sohbetên civakê dibû. Pakîze gelek welatparêz bû. Lê di nav xebatên partiyê de cih nedigirt. Dema ku êrişên li ser Kobanê dest pê kirin bandoreke gelek mezin li ser wê çêbû. Roj tunebûn ku cenaze nedihatin. Pakîze ji vê pir bi bandor bû û piştre tevlî xebatan bû. Pakîze xîzmet ji gelê xwe re dikir. Ew bi cenazeyên ku dihatin sînor re eleqeder dibû. Piştî ku keça min hat kuştin min tekoşîna wê dewr girt. Ez hem Dayika Aşitiyê me û hem jî rêvebera HDP'ê ya Sîlopyayê me. Zarokên me hatin kuştin, lê bila zarokên keseke din neyên kuştin. Di beşdarbûna min a xebatên partiyê de roleke mezin a Pakîze heye. Ne tenê jinên kurd, divê hemû jinên cîhanê li tekoşînê xwedî derbikevin. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Kurd jî dixwazin wekî her kesî azad bijîn. Ji bo vê em ê li ber xwe bidin."
 
'EM DIVÊ JI ZAROK RE TIŞTEKÎ BIHÊLÎN' 
 
Hevala Nayir Fehîme Sarûhan ku bi Nayir re di Meclîsa Jinê de cih digirt jî diyar kir ku Pakîze bandorek mezin li jinan kiriye û bi van gotinan qala wê kir: "Piştî çûyina wê jinan navê zarokên xwe kirin Pakîze. Li Sîlopyayê hûn biçin kîjan malbatê wê nas dike. Di her malekî de bîranîneke wê heye. Rojekî ez û wê em bi hev re çûn cem malbatekê. Dayîkê hê nû ketibû nav nivînan. Wê dayikê ji Pakîze re got, 'Min navê te li keça xwe kir'. Pakîze jê re got, 'Ez hê sax im'. Dayikê jê re got, 'Bila jî ez dixwazim ku keça min jî weke te be. Min xwest ku tu bibînî'. Pakîze jî got, 'Barê min hîn zêdetir bû. Gere gelek tiştên ku em ji zarokên keç re bihêlin hebin'. Wisa jî bû. Demeke dirêj nexebitî lê di wê dema kurt de tiştên ku wê kirin kesekê nekir." 
 
'HERKESÎ DIGOT RIYA WÊ RIYA ME YE' 
 
Yek ji hevala Pakîze jî Hevseroka Navçeya HDP'ê ya Silopiyayê Asuman Kûlter e. Kûlter jî diyar kir ku Pakîze ji her jinî re bûye mînake û wiha axivî: "Di xebatan de hevalake nû bû. Lê her peywira ku dikete ser milê wê dikir. Her tiştî dida aliyekî û xebatên partiyê dida meşandin. Piştî ku hat kuştin jî bandora wê li ser jinan çêbû. Piştî kuştina wê herkesî got, 'Rêya wê rêya me ye' û berê xwe dan partiyê." 
 
MA - Zeynep Dûrgût / Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

05/01/2022
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît
11:30 Mûçeyê Erdogan ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî
11:13 Xwepêşanderên Kazakistanê bi ser ketin: Hikûmetê îstifa kir
10:37 Li Bedlîsê 308 herêm hatin qedexekirin
10:36 Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin
09:51 Frahm: Lîsteya rêxistinên terorê li gorî berjewendiyên rojava tê amadekirin
09:23 Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm ne muxatabê me ye
09:08 Kesê 253 kîlo tiryak pê re hat girtin endamê îstixbaratê derket
09:08 ‘Girtî di tecrîda ser tecrîdê de ne'
09:08 Midûrê polîsan: Serokê HDP'î xwest bûyeran bide sekinandin
09:08 Karê wan giran, heqdesta wan kêm e
09:01 Bi fermana devkî ya walî derbarê 131 kargehan de biryara girtinê
09:01 Lêpirsîna têkildarî kuştina Aktaş 8 sal in wek xwe yî berê ye!
09:01 Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'YAN
04/01/2022
22:10 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin
18:49 Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin
17:39 Xizmên girtiyan li ÎHD'ê ne: Qêrîna me bi bihîzin
17:07 Malbata Gulistan 4 roj in li pêş Edliyeyê ye
17:06 Hevşaredarê girtî Narîn qeyrana dil derbaz kir
16:58 Ji bo dosya Garîbe Gezer a destavêtinê biryara “neşopandinê” hat dayîn
16:02 Nobeta Edaletê di roja 50’yan de ye
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin