COLEMÊRG - Hat diyarkirin ku li Colemêrgê li 11 herêmên ku ketin û derketina wan ji bo 14 rojan hatiye qedexekirin, wê operasyonên eskerî werin destpêkirin.
Walitiya Colemêrgê, 11 herêmên li navenda bajêr û navçeyan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” îlan kir û ji bo 14 rojan ketin û derketina derve qedexe kir. Navên herêmên ku walitiyê qedexekirine wiha ne: “ Herêmên Çiyayê Reş, Çemê Ezo (Cîlo), Talê, Gipêr, Rûmtik, Qewalê û Kelêtan ên Colemêrgê, Herêmên gundên Aşût û Bêzelê, Mêrgan, Çiyayê Kurmanc, Çiyayê Katûne, gundê Gûzereş, Deşta Xanê, Gundê Kotranis û Qesran ên navçeya Çelê, Herêma Rojavayê bakur a navçeya Şemzînanê û Herêmên Sînawa, Garê û Sat ên navçeya Geverê.”
AMADEKARIYÊN OPERASYONÊ
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku wê bi qedexeyê re operasyona eskerî dest pê bike.