Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya

img

AMED – Dayik û bavê girtiyê nexweş Kenan Yurek xwestin ku herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piyan û piştgiriya nobetên edaletê yên ji bo girtiyên nexweş hatine destpêkirin bikin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê, binpêkirina mafên girtiyan roj bi roj zêde dibin. Mafên wan ên sereke hatine astengkirin û li dijî wan tecrîdeke giran tên meşandin. Girtiyên ku herî zêde ji vê politikaya tecrîdê bi bandor dibin jî girtiyên nexweş in. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran bi giştî hezar 605 girtiyên nexweş hene. Ji ber şert û mercên girtîgehan û îşkenceya ku li wan tê kirin di dawiya sala 2021’an de yek jê edlî 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da.  
 
DI LÎSTEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ DE YE
 
Rexmî ku Nexweşxane raporên “nikare li girtîgehê bimîne” dide girtiyên nexweşî Saziya Tipa Edlî (ATK) van raporan berovajî dike û werdiguherîne raporên “dikare li girtîgehê bimîne” . Ji ber vê helwesta wê ya neyînî berdana girtiyên nexweş tê astgengkirin û rewşa wan girantir dibe. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên ku bi vê rewşê re rû bi rû ne hene. Yek ji van girtiyan jî girtî Kenan Yurek e. Yurek, li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kandirayê girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweşên giran a ÎHD’ê de ye. 
 
DEMA ‘VEGERÊ’ TÊ GIRTIN
 
Yurek li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye û hê di zarokatiya wî de gelek zext û zordarî li malbata wî tên kirin. Ji ber vê zilm û zordariya li dijî malbata xwe Yurek di sala 1992’an de berê xwe dide nav refên PKK’ê. Piştî ku 7 salan li nav refên PKK’ê dimîne, di sala 1999’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan a ji bo vekişandina hêzên PKK’ê ya ji Tirkiyeyê hewl dide vegere başûrê Kurdistanê. Lê dema hewl dide vegere li Bûrsayê tê girtin. Darizandina Yurek li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê tê kirin û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û “hilweşandina yekitî û yekparebûna dewletê” 36 cezayê muebbeta giran lê tê birîn. Yurek 24 sal in girtî ye û ji ber şertên girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne. 
 
Dayik û bavê Yurek Nezahet Yurek û Ayetûllah Yurek, derbarê rewşa kurê xwe de axivîn. 
 
LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ DIKEVE
 
Bavê Yurek Ayetullah Yurek, diyar kir ku destpêkê kurê wî kirine Girtîgeha Sêrtê û nexweşiyên wî li vir dest pê kirine û wiha got: “Movikên wî diheliyan. Ji bo dermankirinê wî anîn Girtigeha Tîpa D a Amedê. Hê dermankirina wî neqediyabû ew sirgûnî Girtîgeha Qestemonûyê kirin. Piştre jî wî sirgûnî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kandirayê kirin. 11 sal in li vê girtîgeheyê ye. Sala 2018’an de qeyrana dil derbas kir. Ji ber nexweşiyên xwe serî li ATK’ê da lê ATK’ê serlêdana wî qebûl nekir.”
 
HEVDÎTINA BI HIKÛMETA DEMÊ RE
 
Yurek, da zanîn ku di navbera salên 2008 û 2009’an de Hevserokatiya TUHAY-DER’a Amedê kiriye û wê demê li ser rewşa girtiyên nexweş bi hikûmetê re hevdîtin kirine û ev agahî dan: “Me li Enqerê hevdîtin pêk anî û ji bo girtiyên nexweş bên berdan me û hikûmetê li hev kir. Li gorî lihevkirina me diviya ku di serî de 40 girtiyên nexweş hatibûna berdan. Hikumetê ji bo lihevkirinê şertê ku dema berdana wan em tu daxuyanî nedin û pîrozkirinan nekin. Di nav 3 mehan de diviya ku girtî bihatina berdan lê mixabin dem derbas bû berdana girtiyan pêk nehat. Ji aliye Erdogan pêşiya berdana girtiyên nexweş hat girtin.” 
 
‘DIVÊ HERKES JI BO GIRTIYAN RABE SER PIYA’
 
Di berdewamê de Yurek, destnîşan kir ku dewlet li dijî girtiyên nexweş dijminatiyê dike û derbarê çalakiya ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatiye şewitandin li baroyên Amed û Wanê dane destpêkirin de jî ev tişt gotin: “Her çiqas dereng hatibe destpêkirin jî çalakiyeke baş e û malbatan silav dikim. Piştgiriya malbatan dikim. Divê ne tenê malbatên girtî hemû malbat piştgiriya vê çalakiyê bikin. Divê em tev bi hevre ji bo girtiyên nexweş rabin ser piya û divê di demeke kurt bên berdan.”
 
ROJÊ 11 HEB DIXWE
 
Piştî bavê wî dayika Yurek Nezahat Yurek jî derbarê rewşa kurê xwe de axivî. Dayik Yurek, bi lêv kir ku êşa kurê xwe kişandiye û wiha got: “Kenan ji ber zilma devletê çû serê çiya û 7 sal li serê çiya ma. Pişt re hat girtin. Ev 24 sal in girtî ye. Di nav van salan de nexweşî lê peyda bûn. Di serî de ji gûhê xwe aciz bû. Pişt re nexweşiya wî helandina movikê ku dest pê kir. Ji bo nexweşiya xwe ya bayê rojê 11 heb dixwe.  Qeyrana dil jî derbas kir. Dîsa nexweşiyên wî yên KOAH û bêhnçikandinê hene.”
 
‘ÊDÎ BES E JI ZILMA DEWLETÊ RE’
 
Dayika Nezahat ku ji bilî kurê wê girtiyê nexweş Kenan kurekî wê yên din ê bi navê Ertan jî girtî ye, got ku heke wijdanê dewleta tirk hebûna wê zarokên wan ji wan dûrnexistina û ev tişt anîn ziman: “Divê girtiyan bişîne bajarên ku malbatên wan lê ne. Daxwaza mine w e ku zarokên me û hemû girtiyên nexweş bên berdan û ji aliyê malbatên xwe ve bên dermankirin.  Dixwazim êdî li mala xwe şorbekî çêbikim û bi destê xwe bidimê devê kurê xwe. Êdî bes e ji vê zilma dewletê re. Kîjan dema gelê kurd doza mafê xwe dike me dişewitînin. Weke dayikên kurd ên aştiyê em azadî û aştiyê dixwazin. Divê hemû malbatên girtiyên nexweş û malbatên din piştgirî bidin malbatên nobeta edaletê digirin.”
 
MA / Mehmet Guleş
 
 

Sernavên din

05/01/2022
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît
11:30 Mûçeyê Erdogan ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî
11:13 Xwepêşanderên Kazakistanê bi ser ketin: Hikûmetê îstifa kir
10:37 Li Bedlîsê 308 herêm hatin qedexekirin
10:36 Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin
09:51 Frahm: Lîsteya rêxistinên terorê li gorî berjewendiyên rojava tê amadekirin
09:23 Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm ne muxatabê me ye
09:08 Kesê 253 kîlo tiryak pê re hat girtin endamê îstixbaratê derket
09:08 ‘Girtî di tecrîda ser tecrîdê de ne'
09:08 Midûrê polîsan: Serokê HDP'î xwest bûyeran bide sekinandin
09:08 Karê wan giran, heqdesta wan kêm e
09:01 Bi fermana devkî ya walî derbarê 131 kargehan de biryara girtinê
09:01 Lêpirsîna têkildarî kuştina Aktaş 8 sal in wek xwe yî berê ye!
09:01 Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'YAN
04/01/2022
22:10 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin
18:49 Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin
17:39 Xizmên girtiyan li ÎHD'ê ne: Qêrîna me bi bihîzin
17:07 Malbata Gulistan 4 roj in li pêş Edliyeyê ye
17:06 Hevşaredarê girtî Narîn qeyrana dil derbaz kir
16:58 Ji bo dosya Garîbe Gezer a destavêtinê biryara “neşopandinê” hat dayîn
16:02 Nobeta Edaletê di roja 50’yan de ye
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin