BEDLÎS - Di serdegirtinên malan de navenda wê Bedlîs li 4 bajaran 8 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê di çarçoveya lêpirsînê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “fînanskirina rêxistinê” daye destpêkirin de derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê da. Di serdegirtinên malan ên hemwext de navenda wê Bedlîs li Stenbol, Manîsa û Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin.