MERSÎN - Şaxa OHD'ê ya Mersînê, diyar kir ku wê îşkenceya ku li emniyetê li Îsmaîl û Serhat Yolgin hatiye kirin bişopînin û ev tişt got: "Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin."
Polisên Şaxa Narkotîkê ya Miduriyeta Emniyetê ya Mersînê, di 29'ê kanûna 2021'an de bi ser mala malbata Yolgin a li taxa Çîlek a navçeya Akdenîzê ya Mersînê de girtibûn. Piştî lêgerîna li malê polisan fêm kiribû ku bi şaşî bi ser malê de girtine. Li ser vê Îsmaîl û Serhat Yolgin bi polisan re nîqaş kiribûn. Ji ber vê nîqaşê polisan Îsmaîl û Serhat Yolgin binçav kiribûn û îşkence li wan kiribû. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê, derbarê îşkenceya ku li Îsmaîl û Serhat Yolgin hatibû kirin de li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist. Rêveberên ÎHD'ê û gelek parêzer tevlî civînê bûn.
'ÎŞKENCE LI WAN HATIYE KIRINE'
Di civînê de Hevserokê OHD'a Mersînê Parêzer Hoşyar Sariyildiz axivî û diyar kir ku li malê, di wesayîta polisan û li emniyetê bi saetan îşkenceya fizîkî û derûnî li Îsmaîl û Serhat Yolgin hatiye kirin û wiha got: "Polisên îşkencekar bi satilan ava cemidî li wan kirine û bi vî awayî wan anîne serê hişê wan û piştre dîsa îşkence li wan kirine. Kincên serê wan qetandine û wan di xwînê de hiştine. Rexmî ku gli edliyeyê îşkenceya li wan hatiye kirin vegotine û giliya polisên îşkencekar kirine jî Walîtiya Mersînê tu lêpirsîn nedaye destpêkirin. Walîtî û Serdozgeriya Komarê ya Mersînê tu daxuyanî jî nedane."
'EM Ê BIBIN ŞOPÎNER'
Di berdewamê de Sariyidiz, destnîşan kir ku Walîtî, Emniyeta û Serdozgeriya Komarê ya Mersînê hêvî dikin ku bêyî bûyer ji aliyê raya giştî ve bê zanîn bidine jibîrkirin û got ku ew ê îşkenceya ku li Îsmaîl û Serhat Yolgin hatiye kirin bişopînin û destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin.