Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin

  • rojane
  • 15:55 11 Çile 2022
  • |
img

AMED - Rêxistina sivîl ên demokratîk ên Amedê, diyar kirin ku wê qebûl nekin li çiyayê Kirklarê  "Daristana Bîranînê ya Dewlet Bahçelî" bê avakirin û ev tişt gotin: "Nave kesekî wek Dewlet Bexçelî ku rasterast dijminatiya kurdan dike, li devereke Amedê kirin ji bo gelê kurd bêrêzî û heqareteke mezin e. Dev ji biryara xwe ya kirêt berdin."

Komeleyên çand û hunerê û rêxistinên sivîl ên Amedê, li dijî avakirina "Daristana Bîranînê ya Dewlet Bahçelî" ya li çiyayê Kirklarê li Pira Deh Derî daxuyanî dan. Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Şanoya Bajar a Amedê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Tevgea Jinên Azad, Partiya Herêmên Demokratîk (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek nûnerên rêxistinên sivîl, dengbêj û sînemager tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
 
NAVÊ BAHÇELÎ BÊRÊZÎ YE
 
Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Tevahiya daxuyaniya bi kurdî wiha ye:
 
"Di serî de wek sazî û dezgehên çand û hunerê û hemû sazî û dezgehên sivîl yên li Amedê me pêdivî bi vê daxûyaniyê dît û em bang li gelê xwe dikin;
 
Di van rojên dawî de nûçeya ku dê li ser navê serokê giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî li Amedê daristanek bê çêkirin hat belavkirin. Ev wek  buyereke sosret kete rojeva gelê me û raya giştî. Li çiyayê Kirklarê 210 dolim erazî jî ji hêla qeyûm û midûrîyeta daristanê ve ji bo vê daristana ku qala wê tê kirin hatiye tehsîskirin. Gelê kurd û Kurdistanî bi salan e ku bi buyerên bi vî rengî re rû bi rû ne. Ji destpêka avakirina komarê û vir ve polîtîkayên qirkirina çandî bê navber domandine û vaye îro jî bi mînakek şênber li ber çavê raya giştî ye. 
 
Nave kesekî wek Dewlet Bexçelî ku rasterast dijminatiya kurdan dike, li devereke Amedê kirin ji bo gelê kurd bêrêzî û heqareteke mezin e. Ev yek li hemberî dîrokê bi xwe jî bêrêzî ye. 
 
FAŞÎZM LI SER KAR E
 
Sedema ku desthilatdar û saziyên dewletê ewqasî bi bîra gelê Kurd û Kurdistanî dilîzin jî nezanîna rastîya berxwedêriya vî gelî ye. Loma faşîzm îro di asta ku êdî heta bi cihên dîrokî jî ji xwe re dike hedef li ser kar e. Ji bo ku gelê kurd ji bîra wî ya çandî qut bikin, ji navên mirovan bigirin hetanî navê gund û bajaran, navê kuçe û kolanan, navê gelî û newalan navê çiyayan û heta navê kargehên me gunerandin. 
 
Îro jî bêrêziya herî mezin ku li hemberî vê civakê tê kirin, avakirina daristaneke bi navê neyarê vê civakê yê sondxwarî ye. Bi vê yekê bi awayekî aşkere dibêjin ku "em ê pêşî we ji hêla çandî û dîrokî ve û paşê jî ji her hêlê ve qir bikin û tiştekî ji we nehêlin”. Gelê kurd dê bi tu awayî van biryarên faşîstî nas neke û serî li hemberî wan netewîne. Çawa ku di dîrokê de her tim li hemberî van polîtîkayan li ber xwe daye, ji îro û şûn de jî serî netewîne. 
 
EM BIRYARÊ NAS NAKIN
 
Qeyum û kesen ku ev biryar dane divê demildest ji vê biryara kirêt vegerin
 
Di serî de wek sazî û dezgehên çand û hunerê û hemû sazî û dezgehên sivîl yên li Amedê bi tu awayî em vê biryarê nas nakin. Li çand û dîroka vê civakê xwedî derketin peywîra me hemûyan e. Em ê li dijî her polîtîkayên qirkirin û bişaftinê bi gelê xwe re têbikoşin. 
 
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku rê nedin biryarên bi vî rengî."
 
Piştî daxuyaniyê dûrişmeyên "Berxwedan jiyan e" û "Wê Amed ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin. 
 
Çalakî bi stranên xebatkarên çandê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

11/01/2022
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were
16:05 Gunay: Ocalan temînata aştiyê ye
15:57 Nivîskar Haydar Işik li bajarê xwe hat bibîranîn
15:56 Ji bo girtiyên nexweş meşiyan: Em ê ji bo zarokên xwe têbikoşin