Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e

  • rojane
  • 09:09 12 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Necmettîn Ormanli yê 71 salî ku piştî girtina 5 zarok û hevjîna xwe tê girtin û li girtîgehê nexweş dikeve, roj bi roj rewşa wî girantir dibe. Hevjîna Ormanli ji bo hevjînê xwe banga hestiyariyê kir ûxwest ku bê berdan. 

Li girtîgehên Tirkiyeyê zedetirî hezar girtiyên nexweş hene. Di nav van girtiyan girtiyên gelek ciwan û girtiyên temen mezin jî hene. Yek ji van girtiyan jî girtiyê bi navê Necmettîn Ormanli yê 71 salî ye. Çîrokeke balkêş a Ormanli û malbata wî heye. Ormanli bavê 16 zarokan e û bi malbata xwe re heta sala 1990'an li gundê Babga yê navçeya Silopiyayê ya Şirnexê dijî. Ji ber zext û zordariya dewletê ya li dijî wan malbata Ormanlî ji gundê xwe koçî navenda Silopiyayê dike. Piştî koçkirinê li navenda Silopiyayê jî zextên dewletê yên li ser malbatê bi dawî nabin. Ji ber van zextên li dijî xwe di dîrokên cuda de 4 zarokên wî tevlî nav refên PKK'ê dibin. 
 
TEV BI HEV RE GIRTÎ DIMÎNIN
 
Her roj malbata Ormanli çavên xwe bi serdegirtina malê vedike û di şert û mercên herî dijwar de dijî. Ji ber van şert û mercan 5 zarokên Ormanlî terka Silopiyayê kirine. Hinek ji wan çûne metropolên Tirkiyeyê hinek ji wan jî ji neçarî derbasî welatên Ewropayê bûne. Zarokên Ormanli, Alî (20), Sebrî (16), Hiznî (16), Şivan (15), Cemal (11) û hevjîna wî Nahîde Ormanli (55) di demên cuda tên girtin. Her pênç zarokên Ormanli û hevjîna wî di sala 2018'an de di heman demê de tev bi hev re li girtîgehên cuda girtî dimînin. Ji ber ku ji heman malê di heman demê de 6 kes girtî dimînin bav Ormanli di çûyina hevdîtina wan a girtîgehan de gelek zehmetî dikişîne. 
 
PIŞTÎ KU ZAROKÊN WÎ TÊN BERDAN EW TÊ GIRTIN
 
Zarokê wî yê herî biçûk Cemal ê 11 salî piştî ku 11 meh di girtîgehê de dimîne tê berdan. Ji zarokên Ormanli, Şivan salekê, Hiznî 7 sal, Sabrî 10 sal, Alî 3 sal û hevjîna wî Nahîde Ormanli jî salekê di girtîgehê de dimînin. Piştre zarokên wî yek bi yek di dîrokên cuda de tên berdan, lê belê cezayê wan tên erêkirin. Piştî ku hevjîna wî Nahîde Ormanlî tê berdan vê carê jî di dawiya sala 2018'an de Necmedîn Ormanlî bi sûcdariya "Rexmî ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye" tê gritin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê tê birîn. Ormanlî, di 30'ê cotmeha 2021'an de ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eskîşehîrê tê kirin. Ormanli, niha li girtîgehê nexweşe û ji ber ku di nigên wî de platîn heye gelek zehmetî dikişîne. 
 
Hevjîna Ormanli Hahîde Ormanli (55), derbarê rewşa hevjînê xwe de axivî û diyar kir ku 
 
'ÊDÎ NIKARE GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'
 
Nahîde Ormanli, diyar kir ku rewşa hevjînê wê roj bi roj girantir dibe û wiha got: "Necmettîn nexweş e. Nexweşiya wî ya şekir û tansiyona bilind heye. Berî ku bê girtin qeza kiribû. Di nigên wî de platîn heye. Di heman demê de astima wî heye û ji ber qezayê milê wî birîndar e. Nexweşiyên wî yên pir giran hene. Nikare nefes bigire. Gelek nexweşiyên wî hene. Her cara ku dibin nexweşxaneyê wî di hucreyê de dihêlin. Wi birine Girtîgeha Eskîşehîrê. Heta niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Li me geriya. Ji ber ku dikuxiya nikaribû biaxive. Em dixwazin ku bê berdan. Hemû girtî ku di girtîgehan de nexweş in. Divê bên tedawîkirin. Ne tenê Necmettîn divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ew pîr e û tu sûcê wî tune ye. Êdî nikare di girtîgehê de bimîne."
 
MEHEKE HEVDÎTINA BI TELEFONÊ RE QEDEXEYE 
 
Ormanli, daxwaz kir ku hevjînê wê bê berdan û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku xwarina li girtîgehê nebaş e nayê xwarin. Nexweşe nikare her tiştî bixwe. Dema ku li derve bû jî nikaribû her tiştî bixwe. Dema li malê bû ji ber nexweşiyên xwe nikaribû kar bike. Malê rûniştî bû. Dema li Şirnexê bû em diçûn hevdîtinan. Lê niha sewqî Eskîşehîrê kirine. Ji ber ku dûre jî em nikarin biçin wî bibînin. Dema telefon kir got ku mehek cezayê qedexeya telefonê lê birîne. Em niha nizanin ku em ê çawa jê agahdar bin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/01/2022
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da