SEMSÛR - Cendermeyan li Semsûrê bi ser malan de girtin û 2 kes binçavkirin.
Cendermeyan di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de li gundên Dilkiya û Azika bi ser malên welatî Mûlla Rûşen (57) û Mehmet Tekyildiz de girtin û binçavkirin. Cendermeyan derbarê hêceta binçavkirina Rûşen û Tekyildiz de agahî nedan malbatên wan. Derbarê Rûşen û Tekyildiz ên birin Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê de biryara rojekê sînordarkirina hevdîtina parêzeran hat dayîn.
Hat hînbûn ku di lêgerîna mala Mûlla Rûşen a li gundê Dilkiya de, dest danîne ser gotinên stranan ên wî bi xwe nivîsandi ne. Hat diyarkirin ku di serî de nexweşiya dil gelek nexweşiyên kronîk ên Rûşen hene.