ÎZMÎR - Dozger di mutalaya xwe ya pêşkêş kir de xwest rojnamevan Rûken Demîr were cezakirin.
Rojnamevan Rûken Demîr bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin û danişîna 8’emîn a doza wê li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Demîr neçû danişînê û parêzerê wê bi tenê beşdar bû. Dozger mutalaya xwe ya derbarê dozê de eşkere kir û xwest Demîr were cezakirin. Dadgehê ji bo parastinê dem da Demîr û parêzer û danişînê taloqî 9’ê sibatê kir.