AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2009’an de li hafa Fîskayayê terasa temaşeya Hevselê hatibû çêkirin. Rêveberiya qeyûm par çend tiştan guhert û çûna terasê kir bi pere. Ji qaseya şaredariyê 376 hezar û 500 lîre li ser mesrefa vê terasê dane.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2009’an de Terasa Seyra Hevselê û Sûlava Fîskayayê çêkiribû. Qeyûm çend tiştan li vê Terasê pêk anî û êdî kir ku xelk bi pereyan biçe vê terasê temaşeya Hevselê û Çemê Dîcleyê bike. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li vir hin tiştan guhert û navê “Roj Cafe” rakir û li şûna wê navê “Diyar-i Lezzet” lê kir û cafeyek nû da vekirin. Berê welatî bêpere diçûn wê terasê û temaşeyî Hevselê û Dîcleyê dikirin. Niha turnîke danîne û xelk bêpere nikare biçe wê terasê temaşeyî Hevselê û Dîcleyê bike. Ev der di 27’ê mijdarê de bi beşdariya qeyûm û waliyê Amedê Munîr Karaloglu û Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Mehdi Eker hatibû vekirin.
ÎHALE DANE KOCAELIYÊ
Li ser vê çêkirin ango guhertina li wê Terasê 376 hezar û 500 lîre ji qaseya şaredariyê hatiye xerckirin. Kesên dixwazin biçin temaşeyê jî neçar in ku lîreyek bidin û wisa temaşe bikin. Îhaleya çêkirina vir jî dane şîrketek ji Kocaeliyê ku nêzî AKP’ê ye.