Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan

  • rojane
  • 11:30 14 Çile 2022
  • |
img
STENBOL - Dayika girtiyê nexweşê giran Eser Morsumbul, Ayten Morsumbul diyar kir ku jiyana wî di bin xetereyê de ye û wiha got: “Dewlet zarokên me di girtîgehê de dikuje.”
 
Girtiyê nexweşê giran Eser Morsumbul ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin, bi sala ne pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Morsumbul, ê di 12’ê Adara 2017’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin, piştî 10 mehan di Girtîgeha Sîlîvriyê de hat ragirtin, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Şakrana Îzmîrê hat kirin. Morsumbul ê ji ber nexweşiya xwe ya gurçika dive her meh biribûna nexweşxaneyê, ji ber kontrolên wî hatin sînordarkirin, dermankirina wî hat astengkirin. 
 
BÊYÎ KU BAŞ BE HAT GIRTIN
 
Morsumbul ê dema 12 salî bû ji ber tumora mejî ya xerab emeliyat bû, demekî dirêj tedawiya kemoterapî û tîroşkê dît. Morsumbul ê pişt re dest bi tedawiya dermanan kirin, ji ber vê tedawiyê zirar da gurçikên wî, dest bi tedawiya gurçikan kir. Dayika Eser di Tebaxa 2016’an de gurçika xwe da lawê xwe. Morsumbul ê neqla gurçikê derbas kir û hêj jî tedawiya berdewam dike, beriya ku baş bibe di 12’ê Adara 2017’an de hat girtin û şandin girtîgehê. 
 
NEXWEŞIYÊN WÎ
 
Morsumbul ê ji sedî 70 rapora wî ya astengdariyê heye, piştî ku hat girtin nexweşiya helîna hestî, ser êşî, anemî nexweşiya çerm lê derketin. Rewşa Morsumbul ê li girtîgehê dermankirina wî tê astengkirin, giran bû. 
 
7 MEH DERBAS BÛN LÊ BERSIVÊ NADIN
 
Tevî ku Komeleya Mafên Mirovan gelek caran daxuyanî da û der heqê Morsumbul de rapor amade kir jî, rayedaran daxwazên wan paşguh kirin. Serlêdanên “taloqkirina înfazê” ên ji bo Morsumbulê ku di rapora ÎHD’ê de weke “nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike” cih digire, hat redkirin. Parêzerên wî herî dawî di Hezîrana 2021’an de ji bo berdana girtiyê nexweşê giran Morsumbul serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dabûn, lê belê dozgeriyê ev 7 meh in tu bersiv neda. Di heman demê de serlêdanên li Saziya Tiba Edlî jî hatibûn kirin, hatin redkirin. 
 
Lijneya Îdarî û Çavdêriyê meha derbasbûyî derbarê Morsumbul ê nexweşê giran û nikare pêdiviyên xwe tena serê xwe pêşwazî bike de biryara “ne di halekî baş de ye” da. Weke hêcet jî “mayîna wî ya li qawişa birêxistinkirî” û “neketina qursên girtîgehê yên mîna quran û zînetan” nîşan da. Morsumbul ku di heman demê de rapora astengdariyê ya ji sedî 70 jî heye, di sala 2021’an de ji bo mûçeyê astengdariyê serî li Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) dabû lê di bersiva 11’ê Çileyê de bi gotina ‘bavê te dixebite’ hat redkirin. 
 
PÎRA WÎ DAYIKA ŞEMIYÊ YE
 
Apê Morsumbul, Huseyîn Morsumbul piştî darbeya 12’ê Îlonê hefteyekê hêj 19 salî bû li Çewligê hat binçavkirin. Pîra Eser Morsumbul, dayika Huseyîn, Fatma Morsumbul roja din diçe qereqola jendermeyan û bersiva “Huseyîn li vir e” digire. Lê dema roja din diçin wir dibêjin, “Kurê te reviyaye”. Piştî Huseyîn Morsumbul hat binçavkirin, careke din tu agahî jê nehat bihîstin. 
 
NABIN NEXWEŞXANEYÊ
 
Dayik Ayten Morsumbul a derbarê kurê xwe de agahî dan, diyar kir ku di sala 2017’an de 3 daxwazname dan Wezareta Dadê. Dayik Morsumbul, bi lêv kir ku di bersiva daxwaznameyan de agahiya weke kurê wê bi rêk û pêk dibin nexweşxaneyê cih digirt, lê rastiya wê ne wisa ye. 
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ 
 
Dayik Morsumbul, diyar kir ku beriya 2 hefteyan çûbû hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Dema min Eser dît rengê wî spî bû û destên wî pir sar bûn. Dema min got ‘Eser çima destên te evqas cemidî ne’ ji min re got ‘Di laşê min de xwîn nîne, hestiyên min gelek diêşin ez nikarim rûnim’. Ez dixwazim dengê xwe ragihînim lê muxatabekê nabînim. Nexweşiya Eser gelek pêşve çûye. Di hestiyê pişta wî de girseyek heye. Eger ev mezin bibe, wê xwîn jê bê. Ev jî ji bo jiyana wî xetereyeke mezin e. Ev yek bi awayekî aşkere dide nîşan dan ku ciwanên me yên kurd ên elewî terkî mirinê dikin. Ev hikumet bi zanebûn dike. Daraz jî dozger jî dadger jî li nava çavên me dinerin û cezayan li zarokên me dibire. Divê herkes li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bibe dengek.”
 
Di hevdîtina 7’ê Çileya 2022’yan de parêzerê wî ragihand ku Morsumbul ji wî re gotiye ku mafê wî yê dermankirinê hatiye astengkirin. 
 
 

Sernavên din

14/01/2022
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da