ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê ya Şirnex, di serdegirtina malan de polêsan 3 kesan binçav kirin.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, polêsan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt û 3 kesan binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê. Sedema binçavkirina wan nehat hînkirin.
Welatiyên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Nûrûlah Çetîn, Îslam Kûrtay û Husnu Başak
Tê gotin ku polêsan bi ser gelek malan de girtin û dibe ku di saetên pêş de hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.