WAN - Rêveberê HDP'a Wanê Parêzer Sedat Duşunmez ku hatibû binçavkirin hat berdan.
Rêveberê HDP'a Bajar a Colemêrgê Parêzer Sedat Duşunmez, bi hinceta ku li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê di danişîna faîlên êrişê Ûmût Kîtapeviyê de bi telefona xwe wêneyan kişandiye, îro di saetên serê sibehê de li ber mala xwe hatibû binçavkirin. Polêsan Duşunmez biribûn Miduriyeta Polisan a Bajar û piştî girtina îfadeyên wî berdan.