AMED - Li navenda Amedê berfa salê ya ewil barî. Welatiyan kêfxweşiya berfê bi telefonên xwe tomar kirin.
Barîna berfê ya dihat payîn li Amedê lê bike, dest pê kir û rûyê erdê spî kir. Li navenda Amedê berfa salê ya ewil e barî û welatiyan kêfxweş kir. Welatiyan tevî hewa sar jî bi telefonên xwe dîmen û wêneyên kêliya barîna berfê tomar kirin û kêfxweşiya xwe nîşan dan.