ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan da zanîn ku testa wê ya Kovîd-19'ê pozîtîf derketiye.
Testa Kovîd-19'ê ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan pozîtîf derket. Buldan li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: "Testa min a Kovîd-19'ê pozîtîf derket. Wê pêvajoya tedawî û karantînekirina min niha li malê berdewam bike."